'Rêxistinbûyina jinê li dijî komployê bersiveke xurt e' 2021-02-09 09:07:21   Berçem Cûdî   KOBANÊ - Jinên kurd û ereb ên ji Kantona Kobanê û bajarokê Sirînê komploya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û wiha gotin: "Hevgirtin û pergala ku em dibin sîwana wê de dijîn, peyama herî xurt a ji bo hêzên hegomonîk e. Her wiha rêxistinbûyina jinê li dijî komployê bersiveke xurt e."   Têkildarî salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat meşandin, jinên kurd û ereb ên ji Kantona Kobanê û bajarokê Sirînê ji ajansa me re axivîn.  Jinan nêrînên xwe anîn ziman û teqez kirin ku ew ê têkoşîna azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bingeh bigirin.   'Jinên ereb bi saya Rêber Apo gihîştin azadiyê'   Ferdos Kino ya ji bajarokê Sirînê ye tecrîd şermezar kir û wiha axivî: "Rêber Apo ev 22 sal in di nava tecrîdeke girankirî de dijî. Her wiha hevdîtina malbat û parêzeran jî hatiye qedexekirin. Li rex vê binpêkirinên mafên mirovan rêxistin, komele û dewletên ku xwe weke parêzvanên mafên mirovan nîşan didin, bê helwest dimînin. Em weke jinên ereb li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi saya felsefeya Birêz Abdullah Ocalan gihîşt vê astê. Ji ber vê hevgirtin û pergala ku em di bin sîwana wê de dijîn, peyama herî xurt a ji bo hêzên hegomonîk e. Em tecrîda li ser Rêber Apo bi tundî şermezar dikin û em ê bi pêkanîna bîrdoziya wî tecrîdê têk bibin."   'Em bi birdoziya azadiyê dijîn'   Yazî Xelîl a ji bajaroka Sirînê komplo nirxand û ev tişt got: "Êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di bingehê de projeya Netewa Demokratîk hedef digire. Ev model çavkaniya xwe ji felsefeya Rêber Apo digire, ji ber vê êrîşên ku em pêre rû bi rû dimînin tê wateya domandina komploya navneteweyî. Em weke jin bersiva me ew e ku tu hêz jî nikarin bi riya komployê me tune bikin, ji ber ku em bi felsefeya Rêber Apo dijîn. Em weke tevahî gelên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi reng, nasname û rastiya xwe birdoziya Rêber Apo bingeh digirin û yekîtiya xwe bi hêztir dikin. Ji ber vê di 22'yemîn salvegera komploya navneteweyî de em dibêjin ku Rêber Apo ji bo azadiya jin û civakên bindest di Girava Îmraliyê de bê navber têdikoşe. Em ê têkoşîna azadiya Rêber Apo bingeh bigirin."   'Rêxistinbûyina jinê li dijî komployê bersiveke xurt e'   Xanim Îsa ya ji navçeya Şêranê ye diyar ku ew ê têkoşîna xwe bidomînin û got:"Hêzên hegemonîk dema ku di 1999'an de Rêber Apo girtin, fikirîn ku wê Gelê Kurd tune bibe û felsefeya Rêber Apo jî di Girava Îmraliyê de sînordar bimîne. Lê bi milyonan kes felsefeya Rêber Apo bingeh digirin û dişopînin. Em weke jin deyndarên Rêber Apo ne ku me bi saya wî rastiya jin û jiyanê nas kir, ji ber vê em ê têkoşîna xwe bê navber bidomînin. Rêxistinbûyina jinê li dijî komployê bersiveke xurt e."