‘Xweparastin yek ji alavek têkoşînê ye’ 2021-02-09 09:03:42   Sema Çaglak - Şehrîban Aslan    AMED - Seroka Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê Asli Pasînlî destnîşan kir ku xweparastin yek ji alavek têkoşînê ye û wiha got: “Tu kes bê sedem keseke nakuje. Lewra jinên ku heta tên wê astê, li pey lêgerîn û çareseriyan de ne. Diçin karakol, dadgeh an jî ji civakê piştgirî dixwazin. Gava bê parastin man jî ew çax xwe diparêzin."    Di bingeha hebûna tevayî zindiyan de pêdiviya bi xwe parastinê heye. Zindiyên ku bikaribin li hemberî şert û mercên ku pê re rûbirû tên biparêzin, ew zindî dikare hebûna xwe jî berdewam bike. Ev rastî tê wateya ku parastin parçeyekê ya hebûnê ye. Xweparastin her çiqas zêdetir ji bo parastina hişmendî, civak û siyasî be jî di demên dawîn de jinan ji bo ku parastina jiyana xwe serî lê didin. Li Antalyayê Melek Îpek re dest pê kir, li Enqereyê Nîmek Akgunê û li Mêrsînê Alîme Toprakê ji ber tahdeya li wan hatibû kirin xwe parastibûn. Her diçe hejmara jinên ku ji ber ku xwediparêzin tên girtin zêde dibin.   Seroka Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê Asli Pasînlî têkîldarî mijarê nerînên xwe ji ajansa me re parve kir û diyar kir ku xweparastin ne tiştekê nû ye ku niha di rojeva me de ye. Ji serancama dîrokê de her zindîwarî ji bo ku hebûna xwe biparêze serî li xweparastinê daye.   ‘Xweparastin yek ji alavek têkoşînê ye’   Asli diyar kir ku parêziya rewa sedemekê bêcezatî ye û got li seranserê cîhanê, di gelek deverên Ewropayê de tê bikaranîn. Aslî berdewamiya axaftina xwe de wiha dibêje: “Xweparastina ku yek ji alavek têkoşînê ye, di serdemên dawîn de dîsa zêde tê nîqaşkirin. Her wiha biryarên darazê yê li ser wan jinên ku xweparastinê bikar anîne jî divê bêne nîqaşkirin. Lê belê divê em bi sereke li ser wateya xweparastina ku di zimanê hiqûqê de wek parêziya rewa tê binav kirin bisekinin. Wekî ku tê zanîn, tevgera jinan a Tirkiyê û cîhanê demek dirêj li ser jinên ku hatine kuştin, têkoşîna xwe meşandin. Lê di demên dawîn de jinên ku parastina jiyana xwe dikin re xwedî derketinek pêk hat. Ji wan jinan, mînaka herî ber biçav dosyaya Nevîn Yildirim bû. Ew çaxê Nevîn Yildirim ji bo xwe ji tecawizê biparêze tecawizkar Nurettîn Gîder kuşt. Cezayê Nevînê ya muebetê hat betalkirin. Jinan xwedî li dosyayê Nevînê derketin, şopandinek bi rêxistinkirî pêk hat. Piştî dosyaya Nevîn gelek dosyayên bi vî awayî çêbûn û peyva xweparastinê herî zêde bi wan dosyayan ket pêşberê me. Herî dawî jî bi dosyaya Melek Îpek zêdetir parêziya rewa ket rojevê.”   'Ji bo bijîm, min kuşt...'   Asli anî ziman ku ne tenê jinên hatine kuştin, di heman demê de jinên ku parezvaniya jiyana xwe dikin xwedî lê derketin. Asli, got: “Çima xweparastin îro li Tirkiyê ewqas zêde tê nîqaş kirin? Ji ber ku veguherandinek fikrî tê pêşxistin. Di çarçoveya dosyayên bi vî awayî, pirsên wekî 'Hûn çawa parazvanê jinekê kujer dikarin bikin' an jî 'Gava ku mêrek hate kuştin li dijî têkoşînek dimeşînin lê gava jinek hate kuştin çima xwedî derketinek pêk tînin?' dispêrin. Divê em balê bikşînin li ser cudawaziya wan dosyayan. Di destpêkê de jinên ku parêziya rewa bikar tînin, hertim di çîroka wan de bûyerên tundî û zordariyê heye. Yanî, ya bi salan in bi tundiyê re rûbirû ma ye, yan jî bi destdirêjî û kuştinê re rûbirû ma ye. Bi vî awayî di dadgehê de parastina xwe 'Ji bo ku karibim bijîm, min kuşt' vedibêjin. Lê gava em naveroka dosyayên mêran dinihêrin; Ji ber sedemên hesûdî, bêîtaetî û her wekî din dikuje. Lewra divê em wan cudahiyan paş guh de nehêlin.”   ‘Rola medyayê ya li ser wan kuştinan’   Aslî destnîşan kir ku mêrên ku jinan dikujin wan kuştinan bi awayekî plankirî pêk tînin û axaftina xwe re wiha berdewam kir: “Gava ku jin parêziya rewa bike bi piranî kêrê fêkî an jî alavek ku li malê dîbîne bikar tîne. Lê belê gava mêrek jinekê bikuje, ew kuştinê bi plankirî û organîze çêdike. Ango lêkolînan dike ku çawa ji darazê kêm ceza bigire. Di heman demê rola medyayê jî li ser wan kuştinan heye. Medyaya heyî bi hişmendiyekê mêr wan bûyeran diteyîsîne civakê. Dema ku mêr dikuje wek kuştina ji bo evînê nîşan dide. Lê belê gava jin dikuje wek 'îdaya' destdirêjî û tundiyê nîşan dide.”   ‘Jin xwedî li jiyana xwe derdikevin’   Asli bilêv kir ku xweparastin ne tiştekê nû ye ku niha di rojeva me de ye wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji serancama dîrokê de her zindîwarî ji bo ku hebûna xwe biparêze serî li xweparastinê dide. Berê de jî bûyerên bi vî awayî hebûn lê ewqas nediketin rojevê. Li Tirkiyê kuştina jinan ketiye lûtkeyek jor, ligel vê yekê li ser jinan jî fikarek pêk tê û jin zêdetir xwedî li jiyana xwe derdikevin. Heke di mekanizmaya daraza de darizandin pêk were, ew çaxê jî di hêjmara jinên ku bi kuştinê re rûbirû werin zêde dibin. Tu kes bê sedem keseke nakuje. Lewra jinên ku heta tên wê astê, li pey lêgerîn û çareseriyan de ne. Diçin karakol, dadgeh an jî ji civakê piştgirî dixwazin. Gava bê parastin man ew çaxê parêziya rewa bikar tînin.”