ROJEVA 9'Ê SIBATA 2021'Ê 2021-02-09 09:00:00   *Hevseroka Komîteya Têkiliyan a PYD'ê Almaz Romî têkildarî peymana li ser Şengalê û berxwedana li Şengalê wiha got: "Dagirkirina Şengalê tê wateya, dorpêçkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Ji ber vê divê em bi rengekî hevbeş parastina herêm û destkeftiyên xwe bikin."  DÎMEN HEYE   *Jinên kurd û ereb ên ji Kantona Kobanê û bajarokê Sirînê komploya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û wiha gotin: "Hevgirtin û pergala ku em dibin sîwana wê de dijîn, peyama herî xurt a ji bo hêzên hegomonîk e. Her wiha rêxistinbûyina jinê li dijî komployê bersiveke xurt e." DÎMEN HEYE   * Parlamentera HDP'ê Pero Dundar têkildarê polîtîkayên ku li Hêrêma Federal a Kurdistanê tê meşandin de diyar kir ku divê ji bo parastina destkeftiyan yekitî pêwiste û got: "Li dijî êrişên li hemberî Mexmûr û Şengalê, her wiha li hemberî tasfiyekirina kurdan divê em neyên lîstokan. Her wiha ji bo em hebin divê em yek bin" BI DÎMEN    *Pêvajoya aşîkirina Covîd-19'ê didome. Endama Konseya Navenda TTB’ê Dr. Çîgdem Arslan diyar kir ku di pêvajoya pandemiyê de daneyên zelal nehatine parvekirin û got: “Parvekirina daneyan mekanîzmaya hesab eşkere dike. Ya divê bê kirin an hesabek ji bo civakê bê dayîn. Tiştekî nehatibe parvekirin hebe dibe dane nehatibe parvekirin. An jî naxwazin civakê tevlî pêvajoyê bikin.” BI DÎMEN    *Di pêvajoya pandemiyê de ji ber qedexeyan gelek kes neçar man dikanên xwe bigirin. Yek ji van jî jina bi navê Hîba Sarisaç e. Hîbayê di vê pêvajoyê de seruvena xwe ya çêkirinê ya wek hobî dikir, veguhert Atolyeya Cil û Bergan a Nazenîn.  BI DÎMEN    * Endamên “Lijneya Zimanê Kurdî” dest bi weşandina kovarekê bi navê “Aşdad” dikin. Serokê Lijneya Zmanê Kurdî Elîf Bîrkîlî destnîşan kir ku armanca wan a sereke di qada hiqûqê de hebûna weşana zimanê kurdî westar kirin e û got: “Em ê têgeh û mijarên hiqûqî dê bi zimanê xwe nîqaş bikin.” BI DÎMEN    *Seroka Navenda Mafê Jinan a Baroya Amedê Asli Pasînlî destnîşan kir ku xweparastin yek ji alavek têkoşînê ye û wiha got: “Tu kes bê sedem keseke nakuje. Lewra jinên ku heta tên wê astê, li pey lêgerîn û çareseriyan de ne. Diçin karakol, dadgeh an jî ji civakê piştgirî dixwazin. Gava bê parastin man jî ew çax xwe diparêzin."  BI DÎMEN    *Dê li dijî komploya navneteweyî ciwan li Kobanê çalakiyê li dar bixin. (12.00)   *Li Qamişloyê dê li dijî komploya navneteweyî meş bê lidarxistin. (16.00)   *Têkildarî komploya navneteweyî li Çiyayê Kizwanan û li Zirganê ew ê semîner bê lidarxistin. (08.00)   *Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclîsa Jinan ya HDP'ê ji bo bal bikişînin ser tecrîd û grevên birçînunê wê li ber deriyê HDP'ê ya bajêr daxuyaniya çapemeniyê bidin. (12.00)