Jinên Tevgera Goran piştgirî dan berxwedana girtiyên siyasî 2021-02-08 16:03:36     NAVENDA NÛÇEYAN - Şandeya jinan ya Nûnertiya HDP’ê ya Herêma Federal a Kurdistanê bi jinên Tevgera Goran re civiyan. Jinên Tevgera Goran piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî anî ziman.   Şandek Nûnertiya Partiya Heremên Demokratîk a Gelan (HDP) a Herêma Federal a Kurdistanê bi serokatiya hevseroka Nûnertiya HDP’ê Nahîde Ermîş, serdana navenda sereke ya Tevgera Goran ya li Silêmaniyê kir. Şande ji aliyê jinên Tevgera Goran ve hat pêşwazî kirin.   Piştî civînê daxuyaniyek çapemeniyê hat dayîn. Ji Tevgera Goran Dr. Rêzan Herdî axivî û da zanîn ku ew piştgiriya daxwazên şandeyê dikin. Dr. Rêzan ragihand ku ew piştgiriya hemû xebata sivîlî ya hemû partiyên kurd ên li her çar parçeyên Kurdistanê dikin.   Rêzan di dawiya axaftina xwe de got ku wana di civînê de behsa bihêzkirina peywendiyên xwe û karê hevbeş ya bi rêxistinên jinan yên her çar parçeyên Kurdistanê re kirine.