'Bi keda HSD'ê du jinên ciwan ji destên DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin' 2021-02-08 14:37:48     Nesrin Hisên - Viyan Saîd    ŞENGAL - Necla Seîd û Asîma Casim ji hêla HSD'ê ve ji destê DAÎŞ'ê hatin rizgarkirin û îro teslîmê malbatên wan kirin. Ji Tevna Alikariya Jinên Êzidî Ferîda Şengalê axivî û got: "Em ji HSD'ê re spas dikin. 2 jinên ciwan rizgar kirin bi xwîna xwe. Bi keda HSD'ê ev tişt pêk hat û divê her kes wê tiştî baş bizane."   Du jinên ciwan ên êzidî ji hêla DAÎŞ'ê ve hatibûn rewandin ji hêla Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hatibûn rizgarkirin û îro gihaştin Şengalê. Ji hêla Tevna Alîkariya Jinên Êzidî her du ciwan teslîmê malbatan hatin kirin. Necla Seîd û Asîman Casim ji ajansa me re nêrînên xwe anîn ziman. Her wiha derbarê mijarê de jî li ser navê Tevna Alikariya Jinên Êzidî Ferida Şengalê axivî.    'Bi saya HDS'ê me rizgar bûn'    Necla Seida 23 salî wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ez ji gundê Tilqesebê ye kevinê me. Dema DAÎŞ gund ji bilî dengê guleyan tiştek nedihat bihistin. Em jî wekî malbatên din reviyan û me berê xwe da Şengalê. Em hatin malekî lê me nedizanî ka çi bê serê me. DAÎŞ'î hatin cihê ku em reviyan ketin nava keç û xortên êzidî. Me ji hevdû qut kirin. Jinên ciwan birin cihek din û ji malbatên wan qut kirin. Ez û 4 xwişkên xwe her wiha 7 jinên ciwan ên din ji malbatê hatin qutkirin. Piştî ku em ji malbatê hatin qutkirin me birin Misûlê."  Necla piştî ku ev qas kurtasî behsa serpêhatiya xwe kir bal kişand ser rizgarkirina xwe û got: "Ez ji HSD'ê spas dikim. Em îro hatin ser axa xwe. Ez dixwazim alîkariyê xelkê Şengalê bê kirin. Jinên ciwan divê ji destê wan bê rizgarkirin."    'Bila kes li ser rizgarkirina me siyasetê nekin'   Asima Casim jî ji destê DAÎŞ'ê ve hat rizgarkirin wiha nêrînê xwe anî ziman: "Roja ku em hatin girtin gule li ser mere davêtin. Şer dest pê kiribû. Em hatin girtin û cihê ku em birêvin tunebû. Piştî 3 rojan em ji malbatê hatin dûrxistin. Li ber çavên me gelek kes hatin bi hovî hatin qetilkirin. Ji bo jinên ciwan ên êzidî bi rastî rojên nexweş bûn. Em îro hatin ser axa xwe bi saya HSD'ê, em bi saya wan rizgar bûn. Bila kes li ser rizgarkirina me siyasetê nekin. Gelek hevalên HSD'ê ji ber me şehîd bûn. Em wê tiştê ji bîr nakin."   'Bi xiyanetê jinên êzidî hatin firotin'   Li ser navê Tevna Alikariya Jinên Êzidî Ferîda Şengalê ser rizgarkirina her du jinên ciwan wiha axivî û wiha bi lêv kir: "Me îro 2 jinên ciwan ên êzidî teslîmê malbatên wan kirin. Em weke keç û jinên êzidî tucarê natirsin. Gotinên Şehîd Zerdeşt jî tu carî ji bîra me dernakevin. Em êzidî natirsin, ew qas fermana bi serê me de hat lê êzidî tu carî paşve gav neavêt. Piştî fermanê me li ber xwe da, em ê berxwedana xwe jî bidomînin. Heta ku em keç û jinên êzidî rizgar bikin. Di fermanê de 7 hezar keç û jinên êzidî ketin destê DAIŞ ê, bi xiyaneta mala Berzaniyan. Bila êzidî xwe nas bike û li dijî firotina keç û jinên êzidiyan rabin serpiyan."   Ferîda bal kişand ser rizgarkirina her du jinên ciwan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ji HSD'ê re spas dikin. 2 jinên ciwan rizgar kirin bi xwîna xwe. Heya roja me ya îro ji ji aliyê HSD'ê ve zarokên me tên rizgar kirin. Bi keda HSD'ê rizgarî pêk hat divê her kes wê tiştî baş bizane."   'Dilê me şkestiye'   Li ser navê malbata jinên ciwan Kamila Xanim axivî û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em niha kêyfxweşîn jî lê dilê me jî şkestiye. Ji ber ku ji bo rizgarkirina wan gelek hevalên me yên HSD'ê şehîd ketin. Ji mala min 7 kes di destê DAIŞ' de ne. Rojek bê ew jî dê rizgar bibin bi saya HSD'ê. Ez ji HSD'ê spas dikim.