'Em ê li hemberî dagirkeran li ser piya bin' 2021-02-08 14:06:45   ŞENGAL - Îro şêniyên Şengalê li beramberî planên li ser Şengalê tên meşandin li asayiş Navenda YBŞ’ê daxuyaniyek dan.    Şêniyên Şengalê ji nehê cotmehê heta niha li beramberî peymana li ser Şengalê ya di navbera PDK û Hukumeta Iraqê hat îmzekirin nerazibûnên xwe tînin ziman. Şêniyên Şengalê bi biryar e ku xweseriya xwe bi dest bixin û her wiha ewlehiya xwe ya hundirîn mayinde bikin. Daxuyanî ji aliyê Semir Darwiş ve hat dayin.    'Em ê bi hêza xwe asayişa xwe bi ser bixin'   Şenê Reşo ya beşdarî daxuyaniyê bû ji bo gefên heyî wiha got:"Ev demek e dirêj e konê rûmetê vegirtiye. Em ê berxwedana xwe mazin bikin. Em dest ji dijmin re danaynin. Em ê heya rih di cenê me de hebe li berxwe bidin û çi dikin bila bikin li dijî planên wan bisekinin. Em bi çalakiyên xwe li pişta asayişa xwe ne. Ev 7 sal in hêza me heye û heta îro me diparêze. Ger ne ji hêza me ba me nikaribû serê xwe daynin ser balîfê. Dewleta tirk dîsa dixwaze me û hêza me tune bike. Dewleta tirk bi xwe DAÎŞ e. Lê em ji gefên wan natirsin. Ew dewletên ku dibêjin em mafên mirovahiyê diparêzin em îro dibînin guhên xwe girtine. Em terka rêxistina xwe nake. Em ê bi hêza xwe asayişa xwe bi ser bixin."   'Me bi rihê serokatî hêza xwe ava kiriye'   Hukemeta Iraqê û dewletên li dijî me naxwazin em xwe bi xwe rêxistin bikin. Gelo çi ji me dixwazin? Bila dewletên li dijî me baş bizanibin ku em yek in. Ji ber em xwe ji dijmin diparêzin îro êrişî me dikin. Me bi rihê serokatî hêza xwe ava kiriye. Em ê vê hêza xwe xurtir bikin. Em ê xwedî li asayişa xwe û çalakiya asayişa xwe derkevin.