Fîgen Yuksekdag: Mêzîna edaletê HDP ye 2021-02-08 13:39:02     ENQERE - Hevseroka Giştî ya HDP'ê ya serdema berê Figen Yuksekdag peyam ji çalakiya ragihandina kampanyaya HDP'ê ya "Ji bo her kesî edalet" şand. Figenê di peyama xwe de got:"Dema li derekê edalet pêk neyê em pişta xwe ji wir nazîvirin. Dema li derekê heqê hinekan bê xwarin em çavên xwe nagirin. Mêzîna edaletê HDP ye. Em ê bi hev re li edaletê bigerin û bibînin."   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li oteleke Enqereyê çalakiya ji bo ragihandina kampanyaya " Ji bo her kesî edalet" li dar xist.  Li eywana dê kampanya lê were ragihandin pankartên bi kurdî û tirkî wek “Bila dawî li tecrîdê were”, “Ji bo jiyanê edalet”, "Di destpêkê de edalet”, "Ji bo her kesî edalet”, “Bila tevkujiyên jinan bi dawî bibin”, “Ji bo jinan edalet” û “Ji bo nan, ji bo xwezayê, ji bo zimanê zikmakî, ji bo aştiyê edalet” hatin daliqandin û lolîpopên bi kurdî û tirkî ji bo bên hildan danîn ser kursiyan.   Axaftina kampanyayê Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya Berpirsiyariya Rêveberiyên Herêmî Salîm Kaplan û Endama Lijneya Birêveberina Navendî (MYK) Îlknûr Bîrol kir. Çalakî bi çepikên ji bo Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar dest pê kir. Di dema axaftina Îlknûrê de sînevizyona wêneyên kedkar, karker, çalakiyên partiyên siyasî hatin nîşandan. Piştre mêvanên beşdarî çalakiyê bûn hatin nasandin.    Fîgen Yuksekdag: Mêzîna edaletê HDP ye   Piştî axaftina vekirinê peyamên Hevserokên HDP'ê yên serdema berê Fîgen Yuksekdag û Selahattin Demirtaş hatin xwendin. Fîgenê di peyama xwe de ev ragihand:"Ji bo em edaleta siyasî û civakî li Tirkiyeyê pêk bînin divê em bi gavên bi hêz bimeşin. Em ne tenê ji bo xwe ji bo hemû kesî edaletê dixwazin. Dema li derekê edalet pêk neyê em pişta xwe ji wir nazîvirin. Dema li derekê heqê hinekan bê xwarin em çavên xwe nagirin. Mêzîna edaletê HDP ye. Em ê bi hev re li edaletê bigerin û bibînin."   Di nameya Selahattin Demirtaş de jî wiha hat gotin:"Heta niha min carekê jî ji dadgehan daxwaza tehliyeya xwe nekir. Çimkî ez dizanim ên min şandine vê girtîgehê ne dadmend in. Ez ê vê helwesta xwe bidomînim. "