'Em ê 8’ê Adarê bi greva jinan pêşwazî bikin' 2021-02-08 13:07:15     AMED - Di daxuyaniya têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê ya SKB'ê de bang li Wezareta Edaletê hat kirin û hat gotin:"Em edaleta jinê ne. Em li dijî tundî, îstîsmar û zayendiyê xwe diparêzin û bêdeng nabin."   Yekîtiya Jinên Sosyalîst (SKB), derbarê 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. SKB’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di rojên ku êrîşên li ser jinan zêde dibin de 8’ê Adarê ji jinan re dibe hêvî û da zanîn ku ne gengaze dîroka têkoşîna jinan  tune bê hesibandin. SKB’ê, destnîşan kir ku şertên pandemiyê û qeyrana aboriyê, mêtina keda jinan zêdetir kiriye û komkujiya jinan di qeyrana koronayê de jî berdewam dike.   'Em edaleta jinê ne'   Gîzemê bal kişand ser mezinkirina têkoşîna jinê û  ev tişt gotin: “Me têkoşîna azadiyê ya jinan û piştevaniya jinan a enternasyonal mezintir kir. Niha jî em bi hêrs kolanan tijî dikin û diqêrin. Em edaleta jinê ne. Em li dijî tundî, îstîsmar û zayendiyê xwe diparêzin û bêdeng nabin.   'Em ê 8’ê Adarê bi greva jinan pêşwazî bikin'   Li dijî cînayetên jinan, ne ji bo edaleta mêr ji bo edaleta rastî, ji bo ji tundiya mêr û dewletê re bêjin bes e, em ê di 8’ê Adarê de li kolanan bin. Em hemû jinan û LGBTÎQ+’yan vedixwînin grevê. Em ê 8’ê Adarê bi greva jinan pêşwazî bikin.”