Çalakiya xwedîderketina li Asayîşa Şengalê 69 roj in didome 2021-02-08 09:11:05   ŞENGAL - Çalakiya xelkê Şengalê ya bi dirûşma "Em hemû asayîş in" hatî destpêkirin 69 roj in li ber Navenda Asayîşa Şengalê didome.    Xelkê Şengalê bi dirûşma "Em hemû asayîş in" li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê, li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê û her wiha ji bo piştgirîdayîna Asayişa Êzidxanê kon vedan. 69 roj in berxwedana xelkê Şengalê didome.      Xelkê Şengalê heya niha gelek caran daxwazên xwe pêşkêşî hikûmeta Iraqê kirine, lê heya niha rayederên Iraqê bersivek erênî raber nekirine. Ji bo vê jî xelkê Şengalê diyar dikin heya daxwazên wan pêkneyên ewê çalakiyên xwe berdewam bikin.