‘TJA li dijî destdirêjî, tecawizê jiyana azad diparêze’ 2021-02-08 09:05:57   WAN - Aktîvîsta TJA’yê Civaknas Neslîha Şedal diyar kir ku li Cîhanê û welêt kaos û krîz her ku diçe giran dibe û wiha got: “Em li dijî tacîz, tecawiz, kuştin, şîdetê, wekhevî, demokrasî û jiyanek azad diparêzin. Em wek TJA hêza xwe ji civaka ‘Dayiksalar’ digirin.”   Li Tirkiyeyêşîdeta mêran a sîstematîk bi komkujiyan didome û jin jî li dijî vê têkoşîna xwe pêş dixînin. Ligel şîdeta mêran, binçavkirin û girtin jî didomin. Tevî vê yekê ji rêxistinên ku kampanyayan didomîn Tevgera Jinên Azad (TJA) ye. Li hemû qadên jiyanê jin bi kampanya ‘Em xwe diparêzin’ parastina xwe ya cewherî rêxistin dikin. Aktîvîsta TJA’yê civaknas Neslîhan Şedal der barê kampanyayê de û berdana gumanbarên tacîz û tecawizê nirxand.   ‘Dadegeh di sûcên der barê jin û zarkan de mêran ber didin’   Neslîhanê destnîşan kir ku têkoşîna azadiya jinan ya bûye gerdunî li her derê cîhanê ji aliyê desthilatdariyan ve tê astengkirin û di demên dawî de desthilatdarî bi girtin û binçavkirina aktîvîstan hewl dide pêşî li jinan bigire û got: “Polîtîkayên derbarê jinan de û daraza girêdayê vê pergalê ji bo Melek Îpek ya parastina cewherî pêk anî, got ‘ji qestî kuştin’ cezayê heta hetayê da. Ev tiştekî nayê qebûlkirinê ye. Dîsa li Şirnexê çawîşê pispor yê destdirêjî li zarok kiribû jî hat tahliyekirin. Dema mijar dibe jin û zarok mêr tên parastin û berdan.”   ‘Di protestoyên Bogazîçî de jin bi erdê re hatin kaşkirin’   Neslîhanê daxuyakirin ku di protestoyên li dijî pirsgirêkên civakî de jî polîs bi taybet li hember jinan hêza bêkontrol bi kar tîne û wiha balkişand ser protestokirna qeyûmê Bogazîçî: “Xwendekaran li dijî qeyûm mafê rewa protesto pêk anîn. Lê di protestoyê de li xwendekaran dan û binçav kirin. Ev jî rewşa welat nîşan dide. Dîsa polîsan bi porê jinan girt û bi erdê re kaş kirin. Ev jî polîtîkayên derbarê jinan ên welat nîşan dide. Dîsa rêveberiya dewletê li dijî kesên LGBTÎ yên di heman çalakyê de gotinên nefretê anîn ziman.em nefret, kîn û xerabiyê zelal di vir de dibînin.”   ‘TJA hedef tê girtin’   Neslîhanê di axaftina xwe de wiha berdewam kir: “Li dijî jinên têkoşînê didin, êrîş û zextek taybet heye. Di serî de jî jinên Kurd tên hedefgirtin. Tevgera Jinên Kurd di bin zexta darazê de ye. Sedema vê jî ev e;TJA bi xebatên xwe di civakê de hatiye qebûlkirin. Ev jî nayê hezmkirin. TJA pergaleke xebatê ya di terza ku refleksa civakê pêk tîne, belav kiriye. TJA şîdeta li ser jinan teşhîr dike û li hember hemû êrîşên li hember jin û zarokan têdikoşe.”   ‘Kampanyayên di cih de’   Neslîhanê daxuyakirin ku jin têkoşîneke hebûnê dimeşînin û got ew wek sazî têkoşînê didin û got: “TJA ji bo jiyana azad ava bike  têkoşînê dimeşîne. Ji bo meşandina siyastek demokratîk, ji bo hûnandina modela hevserokatiyê xebatan dimeşîne. Herî dawî bi kampanyayên ‘ji bo azadî guherînê tu jî rabe ser piyan’ û ‘Em xwe diparêzin’ xebatên girîng meşand.Em wek TJA hewl didin ku bi hemû jinên cîhanê re zemînek têkoşînê biafirînin. Ji ber vê xebatên me di vê çarçoveyê de dimeşin. Ji bo em hemû polîtîkayên ku Peymana Stenbolê dikşîne zemîna nîqaşê, teşhîr bikin xebatên me tên meşandin. Xebatên TJA’yê girêdayê têkoşîna azadiya jinên cîhanê ye. Em îlegalîzekirina TJA’yê bi tu awayî qebûl nakin. Em jinên berxwedêr ji civaka ‘Dayiksalar’ tên.”   ‘Ayşe yek ji jinên berxwedêr û bûye sembol e’   Neslîhanê balkişand ser girtina berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan û wiha pê de çû: “Ayşeyê jiyana xwe daye ser têkoşîna azadiya jinê. Bi sedan doz lê hatine vekirin, îdianame hatiye amadekirin. Bi sedan lêpirsîn lê hatiye vekirin. Bi dehan carî hatiye binçavkirin. Lê hîna daraza mêr fêm nekiriye ku nikare pêşî lê bigire û ji ber vê jî ev rewş gelek komîk e. Tevî hemû êrîşan Ayşeyê biryarbûna xwe domandiye. Em dikarin vê bêjin ku jinên xurt, li nav çar dîwaran jî dikarin enerjiya xwe belav bikin.”   Neslîhanê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li Cîhan û welat kaos û krîz her diçe giran dibe. Em li dijî tacîz, tecawiz, kuştin, şîdetê, wekhevî, demokrasî û jiyanek azad diparêzin. Em wek TJA hêza xwe ji civaka ‘Dayiksalar’ digirin.”