‘Divê her kes li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike’ 2021-02-08 09:01:38   Hîkmet Tunç   WAN - Ayten Yaşar ku hewl tê dayîn malbata wê bi tirs û çewisandinê bixin bin tecrîdê da zanîn ku divê her kes li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bike.   Bi armanca binpêkirinên mafan yên li girtîgehan bi dawî bin û tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger li girtîgehên Tirkiyeyê hat destpêkirin û 73 roj li pey xwe hişt. Li der ve jî malbatên girtiyan û rayagiştî çalakiyên cur bi cur pêk tînin. Li Wanê ku zext û serdegirtina polîsan rûtîn bûye her roj welatî tên binçavkirin. Malbata Ayten Yaşar jî yek ji van malbatan e. Aytenê got li hemû kesên ji malbata wê lêpirsîn hatiye destpêkirin û tiştên jiyaye vegot.   Ji ber tevlî bernameya 8’ê Adarê bû hat binçavkirin   Aytenê bi lêv kir ku di 2017’an de tevlî bernameya 8’ê Adarê Roja Jinên Cîhanê bûye û bi hinceta dovîz hilgirtiye hatiye binçavkirin û got: “Ligel min gelek kes hatin binçavkirin. Polîsan got çima hûn tevlî 8’ê adarê bûne. 8’ê Adara ku li hemû cîhanê tê pîrozkirin ji bo jinên kurd sedema binçavkirinê bû. Ji ber vê jî ez salekê hatim darizandin. Piştre biryara neşopandinê hat dayîn.”   ‘Zaroka min travma jiya’   Aytenê daxuyakirin ku li hember navnîşana li kolana Surmelî ya Xaçort a Îpekyolê her tim polîsan serdegirtin pêk aniye û her cara serdegirtinê li kesên malbatê zext hatine kirin. Aytenê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Polîsan bi hincetên cuda serdegirtin pêk anîn. Kurê min got ‘bi pêlavan nekevin hundir’ li ser vê kurê min binçav kirin. Lêpirsîn derbarê kurê min de dan destpêkirin. Demek dirêj çû edliyeya Wanê û hat. Kurê min yê biçûk ji ber serdegirtinan bi şev ditirsiya. Bi qîrîn ji xew radibû. Hîna jî ev travma ji ser xwe navêtiye.”   Nivîsa li dîwaran sûc hat dîtin   Aytenê diyar kir ku dema grevên birçîbûnê ya bi pêşengiya hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatibû destpêkirin û 200 roj li pey xwe hiştibû, kurê wê li ser dîwarekî ‘ji girtiyên siyasî re azadî’ nivîsiye û ji ber vê  kurê wê hatiye binçavkirin û hîna doza wî didome. Aytenê ev tişt anî ziman: “Di encama îxbarê de polîsan dîsa bi ser malê de girt û kurê min binçav kirin. Li taxê gelek malbat rastî serdegirtina tên. Armanca serdegirtina jî çewisandin û tirsandin e.”   ‘Divê her kes dengê xwe bilind bike’   Aytenê balkişand ser grevê birçîbûnê yên niha li girtîgehan didome û wiha dawî lê anî: “Girtî niha ketine grevê û tenê sedema vê ev e ku kurd nabin yek û parçe parçe disekinin. Ger em bibûna yek, li dijî binpêkirinan dengê me bilind bibûna wê girtî jî neketibana grevê. Ew li dijî binpêkirinan ketine vê grevê. Lê em li derve nikarin bibin dengê wan jî. Divê kes netirse û dengê xwe bilind bikin û têbikoşin.”