Li Mexmûrê Gireva Birçîbûnê di Roja 52’an De Berdewam Dike 2021-02-07 15:51:15   MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê a girtiyên zîndanan hatî destpêkirin, bi koma 26’an di roja 52’an de didome.   Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyan di 18’ kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya grevê di roja 52’an de didome.   Çalakî her roj ji aliyê gel ve bi awayek girseyî tê ziyaretkirin û her wiha tendirûstiya çalakvanan her roj ji aliyê saziya tendirûstiyê ve tê çavdêrkirin.