Li Hesekê li ser komploya 15 Sibatê semîner hate dayîn 2021-02-07 14:54:48   HESEKÊ- Rêxistina Kongreya Star û PYD'ê bi nêzbûna salveghera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê ku li dijî Rêberê PKK'Ê Abdullah Oclana pêk hat semînerek dan. Di semînerê de bal hat kişandin ser gef û êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.   Rêxistina Kongreya Star a bajarê Hesekê û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) têkildarî komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan semînerek bi tevlîbûna bi sedan endam û rêveberên saziyên civaka sivîl li navenda Çand û Hunerê ya Xabûr a li bajarê Hesekê li dar xistin. Semîner bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir.   Di semînerê de Koordînatora Kongreya Star a Kantona Hesekê Evîn Paşo komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kir û got: "Rêber Apo kesayeteke bîrmend û şoreşger e, ji bo azadiya tevahî civakê kar û xebat da meşandin. Heta roja îro jî di Girava Îmraliyê de li ber xwe dide û ji bo wekeheviya gelan Îmralî veguherand dibistana azadiyê . Rêber Apo wekî alternatîfa pergala baviksalar, hevjiyana azad pêşniyar kir, behsa vê yekê dike ku divê di civakê de jin û mêr wekhev bin. Eger jinek di civakê de kole be ew civak ne azad e. Rêber Apo herî zêde hewil daye ku  jin xwedî li kesayeta xwe derkeve û rola pêşengtiyê bigire. Îro jî di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de jinan di her qadê de pêşengtî kir û bi berxwedan û israra xwe dê komployê jî vala derxînin."   Paşiştre derbarê jiyana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de sînevîzyonek hate pêşkêşkirin.    Semîner bi dirûşma "Bijî berxwedana Îmraliyê" bi dawî bû.