Komxebeta xwendekarên Herêma Firatê dest pê kir 2021-02-07 11:54:09   KOBANÊ - Komxebata xwendekarên Herêma Firatê Komxebata xwe ya 1'emîn a bi diruşma "Teqez em ê bi serkevin" dan destpêkirin.   Bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û xwendekarên Herêma Firatê 1'emîn  Komxebata li ser mijarên nasnameya xwendekarên welatparêz û demokratîk,  şerê taybet, rêxistinbûn û çareserî hat destpêkirin. Komxebat li hola Ronîwar ya bajarê Kobanê bi beşdarbûna150 xwendekarên ji Zaîngeha Kobanê, peymangeha Şehîd Zozan û xwendekarên amadehî, her wiha nûnerên Kongreya Star, Rêveberiya Xweser û meclîsê tê lidarxistin.    Komxebat bi deqeyek rêzgirtin ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê hat destpêkirin.   Di destpêkê de Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger Bahoz Amed axivî û wiha got: "Lidarxistina komxebateke bi vî rengî ji bo şoreşa me gaveke nûkirinê ye. Bi taybet di vê pêvajoya ku em di nav de dijîn. Ji ber vê divê xwendekarên îro fikir, bawerî û keda xwe layîqî vê şoreşê û berxwedana Kobanê bibînin. Dijminê Gelê Kurd bê navber hewil didin ku civakan tune bikin, em jî weke Gelê Kurd bi saya Rêber Apo têkoşînê li dijî van êrîşan dikin. Li ser vê bingehê erk û berpirsyariya xwendekaran ew e ku ji bo civaka xwe pêşerojeke baş ava bikin ku em bikaribin tê de xizmeta civak û şoreşa xwe bikin. Heger em weke ciwan û xwendekar wiha nêzîk bibin wê teqez serkeftin ya me be."   Piştî axaftinan, xwendekar Dîlan Hacî, mijara nasnameya xwendekarên welatparêz û demokratîk pêkêş kir. Her wiha mijara duyemîn bandora şerê taybet li ser nasnameya xwendekarên welatparêz û demokratîk ji aliyê Nîvyan Mislim ve hat nirxandin. Mijara rêxistinbûna xwendekaran û çareserî ji aliyê Izet Şêx Ebdî ve hat pêkêşkirin.    Komxebat bi nirxandina van mijaran didome…