Li Mexmûrê daxuyaniya bîranînê! 2021-02-07 11:26:16   MEXMUR - Li Mexmurê Asya Yuksel û Mehmet Tunç ji aliyê koma 26’mîn a greva birçîbunê ve bi daxuyaniyekê hatin bibîranîn.   Ji aliyê koma 26’emîn a greva birçîbunê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) daxuyanyek hat dayîn. Daxuyanî bi boneya 5.mîn slavegera şehadeta Hevseroka Meclîsa Gel ya Cizrê Asya Yuksel û Mehmet Tunc hat dayîn. Li saziya Malbatên Şehîdan a Mexmurê di şexsê hemû şehîdên berxwedana xweseriya Demokratîk de bi giştî şehîdên şoreşa Kurdistanê bi daxuyaniyekê hatin bîranîn.    Daxuyanî ji aliyê çalakvana greva birçîbunê Kajîn Ozek ve hat xwendin.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:”Weke hûn jî dizanin îro rejîma faşîst, qirker û dijminê gelan AKP-MHP ku hema li ber ketinê ne, bi her awayî êrîşî Gelê Kurd û hemû kesên azadîxwaz dike. Lê bi pêşengtiya Tevgera Azadiyê li hemberî wan êrîşan, Kurd û dostên wan li welat û derveyê welat di nava berxwedaniyek mezin de ne. Bi taybetî bi ragihandina pêngava “Bese ji dagirkerî û faşîzmê re” “Dem, dema azadiyê ye” ev berxwedan gihîştiye asteke din.   Berxwedana bêhempa ya Rêber Apo a 21 salan ya li Îmraliyê, destanên ku gerîlayên azadiya Kurdistanê di şexsê Cenga Heftanînê de li çiyayên Kurdistanê li hemberî êrîşên dagirkeriyê afirandî, çalakiyên grevên birsîbûnê yên girtiyên PKK û PAJK li zindanan dayî destpêkirin, her wiha berxwedana Gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, çokên faşîstan lerizandiye û moral û hêviyek mezin ji bo gelên din ên azadîxwaz avakirine.   Em berxwedanê silav dikin   Em wek Koma 26’an a çalakiya greva birsîbûnê ya wargeha Mexmûrê, her dengê ku li hemberî rejîma faşîst û qirker ya AKP-MHP’ê bilind dibe bi nirx dibînîn. Weke tê zanîn li zanîngeha Bogazîçiyê xwendevanan li hemberî siyasetên zordar û qeyûm ên rejîma faşîst Erdogan û Bahçelî rabûn û tevî hemû êrîşan li ber xwe dan û li ber xwe didin. Em vê berxwedana wan silav dikin û dibêjin ku bi bilindkirina berxwedanê re em ê hemû gelên Tirkiyê, Rojhilata Navîn û mirovahiyê ji faşîzma Erdogan û Bahçelî yên ku bûne bela serê mirovahiyê rizgar bikin.   Zilm nayê qebûlkirin   Zilm û tecrîda ku di şexsê Rêber Apo de li ser Gelê Kurd, gelên Tirkiyê û hemû gelên bindest tê kirin nayê qebûlkirin. Em îro di çarçoveya pêngava “Dem, dema azadiyê ye” de ji bo şikandina tecrîdê û azadiya Rêber Apo di çalakiyê de ne. Bi vê minasebetê em berxwedana greva birçîbûnê ya hevalên me yên li girtîgehên Bakur û Tirkiyê û ya hevalên me yê Yewnanîstanê silav dikîn. 'Bi bilindkirina berxwedanê re, em ê bi Rêberê xwe re azad bijîn' , 'Em berxwedana gelê xwe silav dikîn' û serkeftinê dixwazîn.”   Daxuyanî bi duruşmên :”Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bu.