Çalakiya Şengaliyan di roja 68’an de dewam dike 2021-02-07 10:16:12   ŞENGAL - Çalakiya Şengaliyan ku bi armanca parastina Asayişa Êzidxanê dane destpêkirin, di roja xwe ya 68’an berdewam dike.   Şêniyên Şengalê di çerçoveya li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê de, bi armaca pişgirîdayîna Asayişa Êzidxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane.   Çalakiya ku bi dirûşma “Em hemû asayiş in” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 68’yan de ji aliyê meclis û saziyên Şengalê ve dewam dike.   Şêniyên Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û pişgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman. Şengalî dibêjin ku heta daxwazên wan bi cih neyên ew ê dev ji berxwedana xwe bernedin.