Mînaka berxwedan û têkoşînê: Asya Yuksel 2021-02-07 09:04:07   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Li Cizîra Botanê di serdema qedexeya 14'ê kanûna 2015'an de yek ji kesên ku bi têkoşîna xwe hat naskirin Asya Yuksel a Hevseroka Meclisa Gel a Cizîrê bû. Hevalên Asyayê behsa wê û têkoşîna wê kirin, gotin ku piştî Bêrîvanê li Cizîrê Asya bû sembola berxwedana jinên kurd.     Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê qedexeya derketina kolanan a di 14’ê kanûna 2015’an hat îlankirin 79 rojan berdewam kir. Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê Asya Yuksel a ku got “Ez dayik im, çawa zarokên xwe bihêlim” heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe da. Asya wekî gotina xwe kir, dest ji zarokên xwe berneda, hata dawî têkoşîna xwe bi zarokên xwe re di jêrzemîneke li Cizîrê de berdewam kir.    Li hember pergala baviksalar têkoşîn mezin kir    Asya di temenekî biçûk de hatiye zewicandin û dayika 2 zarokan bû. Hevjînê Asyayê di qezaya trafîkê jiyana xwe ji dest daye. Her wiha birayê wê Necmettîn Urun jî di sala 1995'an de ji aliyê dewletê ve hatiye kuştin. Piştî vê têkoşîna wê ya li dijî pergala serdest ya mêr dest pê dike. Li dijî zextan têkoşîna azadiya jinê esas digire û ew wekî jinekê cihê xwe di nava siyasetê de digire. Asya, di sala 2005’an de li navçeya Qilebanê di bin banê Partiya Gel a Demokratîk (DEHAP) de tevlî  xebatên siyasî dibe û heta sala 2011’an jî li Şirnexê bi awayekî çalak dixebite. Asya, li bajarên wekî Sêrt, Êlihê jî demeke dirêj di nav xebatên jinan de cih digire û di sala 2015’an de jî dibe Hevseroka Meclîsa Gel a Cizîrê. Asya di seranserê jiyana xwe de li pey heqîqetê çû, li hember zihniyeta serdest a mêr têkoşiya û ji vê cîhanê koç kir. Asya li pey xwe têkoşîneke mezin hişt.     Piştî sê mehan cenazeyê wê hat dîtin   Piştî ku Asya tê qetilkirin, cenazeyê wê, pêşî ji hêla malbatekê ve tê wergirtin û malbat dibê qey cenazeyê zaroka wan e dibin defin dikin. Lê belê 3 meh şûnde piştî encamên DNA'yê diyar dibe ku şaşiyek çê bûye û vê carê malbata Asyayê cenazeyê wê werdigire. Di 12'yê Gulana 2016'an de li Taxa Ozelî ya Qilebanê li cem gora birayê wê Necmettîn Urun tê definkirin. Her wiha Asyayê wesiyet kiribû ku di dema definkirina wê de strana "Sê Jinên Azad" bê gotin: Gava hat definkirin heman stran hatibû gotin û wesiyeta wê hatibû bicihanîn.   Hevalên Asyayê di salvegera 5'emîn a qetilkirina wê de Asya bi bîr anîn û têkoşîna wê vegotin.    ‘Me partî bi heval Asya nas kir’   Hevseroka HDP'ê ya navçeya Qilebanê ya berê Ferîde Ender, anî ziman ku ew û Asya Yuksel nêzî 15 salan bi hev re xebitîne û got li hember pergala mêr herdem serî radikir. Ferîde, destnîşan kir ku wê Asya di nav xebatên siyasî de naskiriye û wiha domand: “Heval Asya hevaleke ku hêz dida mirov û têkoşer bû. Asya hem di hevaltiyê de baş bû û hem jî ji hevaltiyê hez dikir. Heval Asya dema di nav xebatên partiyê de cih digirt zêde nav xebatan de jin tune bûn. Me partî bi heval Asya nas kir. Asya em tevlî xebatên partiyê kirin û me siyaset wisa nas kir. Bi vî awayî me hez ji partiyê kir. Cidiyeta wê ya di dema xebatan de bandorke mezin li me dikir. Asya, jin ji malê derdixistin û dikirin nava siyasetê. Piştî gelek jin tevli xebatan bûn wê demê  tevlî heval Asya li Qilebanê xebatek xurt hat meşandin. Heval Asya tu carî li hember zilmê serî netewand û serî radikir.”   ‘Piştî Bêrîvanê Asya bû sembola têkoşînê’   Ferîde, destnîşan kir ku Asya bi dil û can di nav xebatan de cihê xwe girtiye û wiha pêlda axaftina xwe: “Ji ber sekn û têkoşîna wê ji aliyê civakê ve gelek zêde dihat hezkirin. Asya hevaleke jêhatî û bi hêz bû. Heval Asya li gelek cihan xebatên siyasî dimeşand. Xeynî karê siyasetê dayika du zarokan jî bû. Heval Asya ji aliyeke ve li hember pergala baviksalar û ji aliyekê dinê ve jî li hember zilma dewletê têdikoşiya. Di nav civakê de cihê wê gelek cûda bû. Asya mirovekê dil germ û girêdayî doza xwe bû,  xwedî vînekê xûrt bû. Asya bi sekna xwe têkoşîna xwe da nîşandan. Asya piştî Bêrîvanê bû sembola têkoşîna jinê û gelê Botanê. Her wiha dema heval Asya jiyana xwe ji dest da gelek zêde bandor li ser me jinan kir. Heval Asya tu carî nayê jibîrkirin û îro jî di bîra me de ye. Em ê xwedî li têkoşîn û berxwedana heval Asya derbikevin.  Em ê têkoşîna wê bidomînin. Heta ku em hebin em ê li ser şopa Asyayê bin û xeyalên wê bi cih bînin.”   ‘Heval Asya mînaka berxwedanê ye’   Leyla Hîlal jî da zanîn ku Asyayê bi berxwedan û sekna wê nas dike û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Heval Asya ji bo jinên Botanê mînaka berxwedanê ye. Berxwedan û sekna wê li hemû Botanê belav bû. Çawa ku Bêrîvan bû sembola jinên kurd, îro jî Asya bi têkoşîna xwe bû sembola jina kurd. Heval Asya pêşiya jinên kurd vekir. Îro gelek jin bi saya wê di nav xebatên siyasî û têkoşîna jinê de cih digirin. Gelek jin bi saya wê ji zilma mêr xilas bûn. Heta ku em hebin em wê ji bîr nekin. Asya bûye ronahiya rêya me. Me gelek hêz ji heval Asya girt. Heval Asya jineke bi hêz bû û xebatên xwe bi dil û can dimeşandin. Tu carî karê xwe nîvco nedihîşt. Hertim bi awayek xurt bi siyasetê re girêdayî bû. Asya hem li hember pergala mêr û hem jî li hember îqtîdarê serî rakir. Em hêza xwe ji têkoşîna Asyayê digirin û  em ê heta dawiyê xwedî li têkoşîna wê derbikevin.”