'Tecrîd asta herî jor a îşkenceyê ye' 2021-02-07 09:03:08   Medya Uren    MÊRDÎN - Hevseroka HDP’ê ya Dêrsimê Nurşat Yeşîl, diyar kir ku 23 sal in li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tecrîdek heye û got: "Tecrîd asta herî jor a îşkenceyê ye û sûcê mirovahiyê ye. Li girtîgehê niha li dijî tecrîd û binpêkirina mafên girtiyan çalakiyek heye. Berpirsiyariya me jî xwedîderketina li grevê ye."    23 sal in li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tecrîdek girankirî heye. Li dijî tecrîdê û binpêkirina mafên girtiyan li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê girtî di 27'ê Mijdara 2020'an de dest bi greva birçîbûnê kirin. Grev bi koma 15'an di roja 73'yan de didome. Girtî bi rêya malbat û parêzêrên xwe bal dikişînin ser hesasiyeta pêvajoyê û banga hestiyariyê dikin. Derbarê tecrîd û greva birçîbûnê de Hevseroka Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) ya Dêrsimê Nurşat Yeşîl ji ajansa me re axivî.    ‘Tecrîd sûcê mirovahiyê ye’   Nurşat diyar kir ku li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîdeke girankiri heye û got: "23 sal in tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan berdewam dike û di salên dawî de jî ev tecrîd hat girankirin. Bi tecrîdê re ji civak, malbat û ji derve tên îzolekirin. Her wiha ji mafên xwe tên mehrûmkirin. Ev asta herî jor a îşkenceyê ye. Ligel ku ev yek li ser kê/kî were meşandin ji sûcê mirovahiyê ye. Lê dema li ser rêberekî tê meşandin ew tişt tê wateya tecrîda li hemberî gel jî. Ango mafê bi milyonen kesan tê binpêkirin. Bifikirin bi salane bi tu awayî di aliyê tendirustî, başiya Abdullah Ocalan de xeber nayê girtin.”   ‘Divê hevdîtin carekdin pêk bên'    Nurşat di axaftina xwe de bal kişand ser bandora tecrîde ya li ser civakê û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Bi salane şerek li herêmê didome. Tecrîd û şer girêdayî hevdû ne. Ji ber ku şer heye pirsgirêka demokrasî, jiyanî û aboriyê jî heye. Ev pirsgirêkên wî welatî ye. Ji bo pirsgirêk ji holê rabe divê şer bê rawestandin. Ji bo şer bê rawestandin jî divê tecrîd ji holê bê rakirin. Dewlet niha nikare pirsgirêka aboriyê çareser bike, pêvajoya pandemiyê rêkûpêk birêvebibe û hwd. Her wiha ji bo pêşxistina demokrasiyê divê hevdîtinên li Îmraliyê carekdin bên destpêkirin."    ‘Mafê girtiyan tê binpêkirin'    Nurşad da zanîn ku niha li tevahiya girtîgehan binpêkirina mafên girtiyan didome û wiha axivî: "Lêgerîna tazî, nedayîna pêwistiyên rojane, astengkirina hevdîtinan pirsgirêkên mezin e. Girtî di nava tecrîdê de tecrîdê dijîn. Girtiyên ku nexweşiya wan ên kronîk hene, girtiyên ku temen mezin hene û girtiyên temen biçûk hene. Di şert û mercên niha de nikarin bijîn. Li dijî binpêkarina mafan niha li ber xwe didin û greva xwe ya birçîbûnê didomînin. Ev rêya herî dawî ye ku girtî serî lê didin. Li welatekî ku dad û demokrastî tune be em ê van tiştan bijîn."   ‘Em ê têkoşîna xwe mezin bikin'    Nurşad, di axaftina xwe de bal kişand ser grevên birçîbûnê û wiha bi lêv kir: "Ji bo daxwaza demokrasiyê niha li girtîgehan berxwedanek heye. Niha jî li dora me ye. Pêwiste em beşdarê çalakiyên wan bin û bibin dengê girtiyan. Niha gelek çalakiyên me tên astengkirin û êrişê li me dikin. Lê em ligel her cureyên êrişan li ber xwe didin me tu carî paşve gav navêjin. Partiya me dê bibe dengê girtiyan. Em ê li her qadê çalakiyên xwe li dar bixin. Em ê têkoşîna xwe mezin bikin."