Xizmên windayan aqûbeta Umît ê 12 salî pirsîn 2021-02-06 15:02:27     AMED - ÎHD'ê û Xizmên Windayan 626 hefte ye aqûbeta xizmên xwe dipirsin. Di çalakiya îro de aqûbeta Umît Taş ê 12 salî li Navçeya Pasûrê ya Amedê li gel 11 kesan hat binçavkirin û piştre agahî jê nehat girtin pirsîn.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û Xizmên windayan, bi daxwaza "Bila winda bên dîtin û faîl bêndarizandin" çalakiya xwe di hefteya 626’an de dîsa li ser medya civakî bi rêya vîdeo parve kirin. Xizmên windayan û ÎHD'ê vê hefteyê aqûbeta Umît Taş ê 12 salî ku li Gundê Badînek ê Pasûra Amedê di 25'ê Îlona 1993’an de li gel 11 kesan li nokteya polîsan hatibû binçavkirin û winda bû pirsî.   Çîroka Umît Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Firat Akdenîz xwend. Firat, bal kişand ser têkoşîna hiqûyî ya Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr û Rahşan Bataray Saman a ji bo Umît.    Firat, anî ziman ku Umît li nokteya polîsan hefteyekî binçavkirin û wiha got: "Hefteyekî li Midûriyeta Polîsan a Pasûrê dan rawestandin. Xizmên wî her hefte xwarin birin ji Umît re. Malbat herî dawî dema çûn Midûriyeta Polîsan jî, rayedaran diyar kirin ku Umît serbest berdane. Hevalên ku bi Umît re hatin binçavkirin, şahidî kirin. Diyar kirin ku hefteyekî li Miduriyeta polîsan a Pasûrê hatin girtin. Piştre birin Tabûra Kobando ya Pasûrê. Li wir 2 rojan di bin çavan de man. Piştre hinek berdan û Umît û hin kesên din birin operasyona Zozanên Şenê ya navbera Pasûr û Mûşê. Destê wan girêdayî li pêş eskeran birin herêma operasyonê. "    Birayê Umît Taş Mehmet Alî û bavê wî Kemal Taş serî li Serdozgeriya Komarê ya Pasûrê dan. Lê tu encam bi dest nexistin. Li ser vê yekê malbata Taş seri li Şaxa ÎHD'ê ya Amedê dan. Ji wê demê heta niha agahî jê nayê girtin.