TAJÊ: Em 104 qurbaniyên komkujiya li gundê Koço ji bîr nakin 2021-02-06 14:07:48     ŞENGAL - Cenazeyê 104 êzidî ya ku di gorên komî de hatibûn derxistin îro gihaştin Şengalê. TAJÊ, bi daxuyaniyek nivîskî bal kişand ser komkujiya gundê Koço û got: "Em di şexsê şehîdên Koço hemû şehîdên fermanê bibîr tînin û soz didin ku em ê wek jinên êzidî nehêlin ku dûbare fermanek li ser civaka me pêk werê."   DAÎŞ’ê 3’yê Tebaxa 2014’an dema êrîşî Şengalê kiribû, komkujiyeke mezin pêk anî. Di encama êrîşê de bi hezaran kes hatin qetilkirin û bi hezaran jin û zarok hatibûn revandin. Niha jî aqûbeta gelek jin û keçên êzidî nediyar in. Cenazeyê 104 êzidî yên di dema êrîşên çeteyên DAÎŞ’ê de li gundê Koço hatibûn qetilkirin û bi komî hatibûn veşartin. Piştî derxistina wan cenazeyan û ji bo testa DNA’yê biribûn Bexdayê. Îro jî cenazeyên 104 êzidiyan bi merasîmekê li Şengalê tê veşartin. Derbarê mijarê de Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) daxuyaniyekê nivîskî weşand.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Di serîda em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, di şexsê Şehîdên Koço de tevahî şehîdên 74 fermanan, şehîdên Êzidxanê bi bîr tînin û bi hûrmet bejna xwe li ber wan ditewînin.    Civaka êzidî ji dîrokê de heta îro ligel 74 fermanan dev ji ax, av, welat, ol û baweriya xwe bernedaye. Her tim girêdana xwe ya bi bawerî û çande xwe re xurtir parastiye. Lê mixabin dijminê civaka êzidî di tevahiya dîrokê de her bi hovîtî êrîşî civaka me kiriya û ferman û komkujî pêk anîne.   Herî dawî fermana 3'yê Tebaxa 2014'an ku bi îxaneta pêşmergên PDK, kar û laliya cîhanê ya li bermberî civaka êzidî, li axa pîroz Şengalê komkujiyek pêk hat. Bi dehan gorên komî hene, bi hezaran keç, jin, zarok, xort, pîr û kal ketin destê DAÎŞ'ê. Li bazarên Reqa û Mûsilê keç û jinên êzidî hatin firotin. Heta îro jî bi hezaren jin û keçen êzidî aqubeta wan ne diyare.   Em wek civaka êzidî pêwîste birînên xwe bi xwe derman bikin. Gele me wê bi vegera li ser ax û warê xwe xwedî li şehîdan derkevin û bibin bersiv ji ferman û komkujiyan re. Bi taybetî wek TAJÊ, em ê heta dawiyê bixebitin heta ku fermana Şengal li tevahî cîhanê wek jenosîd bê qebûlkirin û kesên sûcdar bên mehkumkirin.    Fermana 2014’an bi dawî nebûye. Heya ku gorên komî li ser axa me hebin, keç û zarokên me aqubeta wan nediyar be û metirsiya li ser Şengalê berdewam bike. Her roj ji bo milltê me ye êzidî weke fermanekê derbas bibê.    Ji bo vê jî, di serî de wek jinên êzidî û civaka êzidî lazime em xwedî li ol û axa xwe derkevin, xwedî li şehîdên xwe derkevin daku em rêya jenosîdek din bigirin. Em dûbare di şexsê şehîdên Koço hemû şehîdên fermanê bibîr tînin û soz didin ku em ê wek jinên êzidî nehêlin ku dûbare fermanek li ser millete me pêk werê."