Li Mexmûrê kampanyaya paqijiyê hat destpêkirin 2021-02-06 13:21:02     MEXMÛR - Şaredariya Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi dirûşma "Em qirêjiyê ji nava wargehê xwe derxînin" dest bi kampanya paqijiyê ya di nava wargehê de kirin.   Şaredariya Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) îro dest bi kampaniya paqijiyê ya di nava wargehê de kirin. Îro bi beşdarbûna xebatkarên Şaredariyê kampanya paqijiyê ya ‘Em qirêjiyê ji nava wargehê xwe derxînin’ hat dest pê kirin.    Hevseroka Şaredariya Wargeha Penaberan a Mexmûrê Rojîn Benek derbarê vê mijarê de wiha axivî û got: “Me weke Şaredariya Wargehê di çarçoveya çalakiyan de dest bi kampanya paqijiyê kir. Bi dirûşma ‘Em qirêjiyê ji nava wargeha xwe derxînin’ ve me dest bi kampanyayê kir. Ji hemû aliyan ve me xwest wargeha xwe paqij bikin. Em û hemû xebatkarên Şaredariyê û endamên Meclîsa Gel vê kampanye yê birêvedibin. Hêvîdarim ku gelê wargehê piştgiriya me bikin.”   ‘Ji bo civaka me bi awayeke tendurust bijî’   Xebatkara Şaredariyê Şêrîn Yaman jî wiha nêrînên xwe anî ziman: “Me weke şaredariya wargehê pêwîstî dît ku em kampanya paqijiyê bidin destpêkirin, ji bo civaka me bi awayekî tendurust jiyan bike û civaka xwe ji nexweşiyên heyî biparêzin. Civaka ku dora wê qirêj be civakeke ne perwerde kiriye. Em weke xebatkarên şaredariyê ji bo her kesê ku beşdarbûna xwe ji kampanya yê re da çêkirin spasiya xwe pêşkêş dikin. Dema em xizmeta miletê xwe dikin em gelek pê kêfxweş dibin. Em di vê baweriyê de ku gelê wargehê wê her dem bi me re bibe alîkar, ji ber em civakeke perwerdekirî ne.”