Li Mexmûrê koma 26’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt 2021-02-06 10:21:18     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar ve hat destpêkirin, îro ji hêla koma 26’emîn ve hat dewrgirtin.    Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar di 18’ kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Îro koma 26'emîn çalakî dewr girt. Çalakî 51 roj in didome.    Li ser navê koma 25’emîn Farqîn Kara axivî û got: “Bi gotina Rêber Apo 'Dîrok roja me di îro de, em ji di destpêka dîrokê de weşartine'. Bi awayekî zindî radixê ber çavan. Berxwedan û têkoşîna gelê me me ji bo azadiyê ye û her roj didome. Ev 22 sal în rêberê me li Îmraliyê ye. Li hemberî hemû şewazên êrişan têkoşînêk bê hempa tê meşandin.    Girtiyên azadiyê ji salên 1980’î heta îro li dijî faşîzm û pergala dewleta Tirk li ber xwe didin. Em jî weke gelê wargehê erk û berpirsyartiyên li hemberî rêbertiya pêk bînin û em ê xwedî li rêberê xwe derkevin. Heta azadiya Rêber Apo em ê li ber xwe bidin. Em ji bo koma 26’emîn jî serkeftinê dixwezin.”   Merasîm bi dirûşma “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zîndanan” bi dawî bû.