Leyla Aslan: Jina hilberîner li hemberî şîdetê serî natewîne 2021-02-06 09:05:25     WAN - Leyla Aslan a ku bi firotina berhemên destkariyê debara xwe dike, diyar kir ku divê jin li ser piyên xwe bisekinin û got: “Jina hilberîner li hember şîdetê jî serî natewîne.”   Leyla Aslan a 28 salî ya li Ebexa Wanê dimîne balkişand ser têkoşîna jinê û da zanîn ku zîhniyeta serdest a mêr ku jinan hepsê malê dike, ancax bi têkoşînê dikare bê têkbirin.   ‘Min biryar da ku debara xwe bi xwe bikim’   Leylayê destnîşan kir ku li herêmê qadên îstîhdama jinê kêmin û ji ber vê gelek jin berhemên destkariyê ku çêdikin û difroşin debara xwe dikin. Leylayê wiha berdewam kir: “Ev karê alternatîf ji bo min bû çavkaniya debarê. Ez bi biryar im ku bi xwe debara xwe bikim. Min her tim dixwest ez ji bo debarê pere qezenc bikim. Hevjînê min nedihişt ez bixebitim. Lê min riyek dît û pereyê ku pê debara xwe bikim qezenc kir. Li vir berhemên wisa tên hezkirin û bikaranîn. Ez van patîkên çêdikim. Ji bilî min kes nizane çêke. Ez li ser wesandinê (sîparîş) çêdikim.”   ‘Her tişt pir biha ye’   Leylayê daxuyakirin ku havjînê wê bi karên cuda re mijûl dibe û der barê krîza ku giran bûye de jî wiha got: “Ez çîleyek ta bi 3 TL û nîv digirim, binê wan jî bi 4 TL û nîv digirim. Yanî bi giştî dibe 8 TL. Ez cota wê bi 15 TL difroşim. Li hember keda min kêm e. Lê derfet ji bo kar tune ye. Her tişt biha ye. Kar tune ye. Jin ji ber vê wisa debara xwe dikin. Divê jin li ser piyên xwe bisekine. Mirov ji bo debara xwe bike bixebite pir başe. Ez ji hevjînê xwe pere naxwazim. Divê hemû jin azad bin, di malê de neyên hepskirin û bixebitin.”   ‘Divê em jin piştgiriyê bidin hev’   Leylayê daxuyakirin ku jiyan li malê derbas nabe û bang li hemû jinan kir ku azadiya xwe bidest bixin û got di encama têkoşîna jinan de gelek destkeftî hatine bidestxistin. Her wiha Leylayê bang kir ku divê jin piştgiriyê jî bidin hev.