'Jinan pêşengtî ji berxwedana Taxa Şêx Meqsûdê kirin' 2021-02-06 09:04:37   Sara Şêx Hesen   HELEB - Fatme Cemîl Xelîl a di berxwedana Taxa Şêx Meqsûdê de cihê xwe girtibû, derbarê rola jinê ya di nava têkoşîna Şêx Meqsûdê de wiha got: "Di berxwedana Taxa Şêx Meqsûdê de, jinan pêşengtî ji berxwedanê re kirin. Taxa Şêx Meqsûdê mînaka şerê gelê şoreşger bû. Bi berxwedan, îrade û bawerî me nîşana serkeftinê bi dest xist. Hevgirtina şêniyên taxê esasê vê serkeftinê bû."   Taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê bi kaniya şoreşgeran tê naskirin. Ev tax bû şahidê gelek şerî. Ji sala 2012’an heta 2016’an şerekî giran lê dewam dikir. Çeteyan bi hemû hewildanên xwe xwestin taxê bixin bin destên xwe, lê dîsa bi pêşengitya jinan Taxa Şex Meqsûdê hate rizgarkirin. Fatme Cemîl Xelîl a 51 salî, di dema şerê berxwedana Taxa Şêx Meqsûdê de cihê xwe girtibû û roleke wê ya pêşeng hebû.  Fatme ji me re qala kêliyên berxwedanê û rola jinê ya di nava wê têkoşînê de kir.   'Hevgirtina şêniyên taxê esasê serkeftina me bû'   Fatmeyê behsa şerê Taxa Şêx Meqsûdê kir û wiha dest bi axaftina xwe kir:"Ez ji demeke dirêj ve ye li taxê dijîm. Dema ku şer li Taxa Şêx Meqsûdê dest pê kir, ez ji taxê derneketim û heta min li kêleka şervanan şer dikir. Şerekî pir giran di vê taxê de hate kirin, bi israreke xurt min jî çeka rûmetê rakir û li dijî çeteyan şer kir. Li aliyekî din jî min jinên taxê bi rêxistin dikir û moralê wan baş dikir. Ji ber Taxa Şêx Meqsûdê cihekî stratîjîk e Rêjîma Sûriyeyê jî dixwest bike bin kontrola xwe. Hevgirtina şêniyên vê taxê esasê serkeftina me bû."   'Jinan pêşengtî ji berxwedana Taxa Şêx Meqsûdê kirin'   Di berdewamiya axaftina xwe de Fatmeyê bal kişand ser rola jinan a di berxwedana Taxa Şêx Meqsûdê de û wiha pê de çû: "Di berxwedana Taxa Şêx Meqsûdê de, jinan pêşengtî ji berxwedanê re kirin. Di dema şer de hin jin mewzî bi destên xwe çêdikirin, hin ji wan jî xwarin amade dikirin û li aliyê din jî me pêwîstiyên malbatên ku di taxê de mane bi cih dianîn. Ez çiqas behsa wan rojên tijî vîn û têkoşîn bikim kêm dimîne, em bi rihê şoreşê tevlî bûn û bi wî rihî jî em bi ser ketin. Rihê serkeftinê her li pêş bû, bi qasî 5 mehan me li ber xwe da û em gihîştin armancên xwe. Gelek caran şervanan ji min re digotin ‘dayê tu westiyayî, xwe hinekî rehet bike’, lê her min digot ez rehetiya xwe li gel we dibînim. Dema mirov li ba zarokên xwe şer dike hestekî cuda dijî. Hemû şervan zarokên me bûn, bi dilovaniya dayikê me li wan mêze dikir û hêviyên me bi hevdu re zindî bûn. Taxa Şêx Meqsûdê mînaka şerê gelê şoreşger bû. Bi berxwedan, îrade û bawarî me nîşana serkeftinê bi dest xist."   'Min soz û xwestekên hevala xwe bi cih anîn'   Fatmeyê berxwedana dayika Pakrewan Gulê Selmo bi bîr xist ku di şer de jiyana xwe ji dest dabû û wiha domand: "Dayika Gulê Selmo rêhevala min bû, em di hemû kêliyên şer de bi hevdu re bûn. Dayikeke xwedî moral bû û kedeke wê ya pîroz di nava vê serkeftinê de hebû. Pakrewan Gulê mohra xwe li berxwedana Şêx Meqsûdê da. Dema şehîd jî bû ez pir pê bandor bûm, lê min xwestek û sozên wê bi cih anîn."   'Jiyaneke bi rûmet me bi dest xist'   Fatmeyê di dawiyê de hemû têkoşerên ku di şerê Taxa Şêx Meqsûdê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr xist û wiha bi dawî kir: "Em dayikên vê axê ne, ger em ji xeta têkoşîn û berxwedanê xwe bidin alî, wê zarokên me jî bê vîn mezin bibûyana. Ji bo wê heta em dijîn, em nahêlin dijminên me îradeya me bişkîne. Şer çiqas dirêj û dijwar be jî wê bi têkoşînê serkeftinê mîsoger bibe. Ji bo wê jî bi têkoşîna xwe me jiyaneke bi rûmet bi dest xist."