'Em ê xwedî li grevên birçîbûnê derkevin' 2021-02-06 09:03:27     Sema Çaglak - Safiye Alagaş   AMED - Nerîman Aydin di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa kurê xwe Welat Aydin ê girtî û got: "Kurê min dema telefonê vedike bangewaziya hişyariyê dike. Divê em jî guh bidin daxwazên wan û xwedî li çalakiyên girtiyan derkevin."    Di 27'ê Mijdara 2020'an de girtiyên siyasî li girtîgehên Tirkiye û herêmê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo şermezarkirina binpêkirina mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Ji bo daxwazên girtiyan bên qebûlkirin di serî de malbatên girtiyan, sazî û dezgehên sivîl banga hestiyariyê dikin. Welat Aydin, 3 sal in li Girtîgeha Tîpa D ya Amedê girtî ye. Dayika Welat, Nerîman Aydin ji ajansa me re axivî û bal kişand ser rewşa girtiyan.    ‘Li hemberî me jî tecrîd heye'    Nerîman diyar kir ku divê girîngiya çalakiya greva birçîbûnê baş bê fêm kirin û wiha axivî: “Kurê min berê jî tevlî greva birçîbûnê bibû. Ew çaxê jî ji bo rakirina tecrîdê bû. Niha jî bi heman daxwazê di grevê de ne. Girtî di daxwazên xwe de bi israr in û heta ew daxwazên wan neyê qebûl kirin dê hertim di nava çalakiyan de bin. Jixwe bi sala ne li hemberî me tecrîdek heye. Em herin ku ve, der û dorê me giştî polîs in û hertim li ser me zext û zordarî pêk tînin. Heta ku birêz Ocalan azad nebe em jî nikarin azad bibin. Divê kurd wê tiştê baş fêm bike û li gorî vê ji çalakiya grevên birçîbûnê re nêz bibe.”   ‘Ji fikr û hebûna Abdullah Ocalan ditirsin’   Nerîman destnîşan kir ku ji fikr û hebûna Abdullah Ocalan ditirsin û wiha pêdê çû: “Ev tecrîda ku bi salane bi awayekî girankirî tê meşandin, tesîra xwe her ku diçe zêdetir li ser jiyanê dike. Bila kurd xwe nexapînin û nebêjin li hemberî me tecrîd nîne. Em li her qadên jiyanê bi astengî û bindestiyê re rûbirû dimînin, ev tişt tecrîd e. Li derve panzer û polîs, li girtîgehan bi binpêkirana mafan, li parçeyên din jî bi dagirkirin, pevçûn û darvekirin heye. Divê Gelê Kurd li dijî êrîş û zextan yekitiya xwe avabikin."   ‘Bi bêdengî û tirsê ev zilm naqede’   Nerîman di axaftina xwe de bal kişand ser çalakiya li girtîgehan hatî destpêkirin û got: "Çalakiya ku li girtîgehan hatî destpêkirin du meh zêdetir e didome. Kurê min di hevdîtina bi telefonê de dibêje 'Tecrîda li ser me her diçe zêdetir dibe. Înfaza me tê şewitandin. Girtiyên ku bêne tehliye kirin, nayê tehliye kirin. Cezayê wan zêde dikin.' Em ji rewşa girtiyên xwe bi fikar in. Desthîltdar li hemberî greva birçîbûnê kerr û kor e. Ev rewşekê şermezar kirinê ye. Zilma ku niha li me dikin dişibe zilma salên 90’î."    ‘CPT hevkarê vê zilmê ye’   Nerîman bal kişand li ser helwesta CPT jî û wiha axivî: “ Ji ber ku CPT û dewletên netew ji vê tecrîdê re bêdeng dimînin, Tirkiyê tecrîdê giran dike. CPT tecrîda li Îmraliyê bi helwesta xwe dipêjirîne. Kurd bi tenê hatin hiştin. Lewra tenê kurd bi xwe dikarin vê tecrîdê rakin û bi dengekê hevpar ji vê zilmê re bêjin êdî bes e. Em çiqas dereng bimînin ewqas zirar e.”