ROJEVA 6'Ê SIBATA 2021'Ê 2021-02-06 09:00:00     *Jinên ji Kantona Şehbayê derbarê girîngiya yekrêziya kurdan de dan zanîn ku yekrêziya kurdan gaveke pîroz e û gotin:"Divê Gelê Kurd ji xwe re vê yekê weke derfet bibîne. Ger yekîtiya kurdan bê avakirin wê kurd di cîhanê de bibin hêzeke xurt û wê doz û pirsgirêkên me çareser bibin." BI DÎMEN   *Fatme Cemîl Xelîl a di berxwedana Taxa Şêx Meqsûdê de cihê xwe girtibû, derbarê rola jinê ya di nava têkoşîna Şêx Meqsûdê de wiha got: "Di berxwedana Taxa Şêx Meqsûdê de, jinan pêşengtî ji berxwedanê re kirin. Taxa Şêx Meqsûdê mînaka şerê gelê şoreşger bû. Bi berxwedan, îrade û bawerî me nîşana serkeftinê bi dest xist. Hevgirtina şêniyên taxê esasê vê serkeftinê bû." BI DÎMEN   * Nerîman Aydin di axaftina xwe de bal kişand ser rewşa kurê xwe Welat Aydin ê girtî û got: "Kurê min dema telefonê vedike bangewaziya hişyariyê dike. Divê em jî guh bidin daxwazên wan û xwedî li çalakiyên girtiyan derkevin." BI DÎMEN    *Leyla Aslan a ku bi firotina berhemên destkariyê debara xwe dike, diyar kir ku divê jin li ser piyên xwe bisekinin û got: “Jina hilberîner li hember şîdetê jî serî natewîne.” BI DÎMEN   *Hevberdevka Demî ya TJA’yê Ayşe Gokkan di encama operasyona qirkirina siyasî de hat girtin. Hevseroka SYKP’ê Canan Yuce bertek nîşanê rewşê da û da zanîn ku Ayşe Gokkan 83 caran hatiye binçavkirin û hatiye girtin lê tevî vê şûnde gav neavêtiye. Cananê got: “Wek Leyla Guven gotiye ‘Em li vir in naçin cihekî’ ya Rosa Luxemburgan gotiye ‘em hebûn, em hene û em ê hebin’.”BI DÎMEN   *Dê li Kobanê derbarê komploya navneteweyî de civîn bê lidarxistin. (14.00)