Li Mexmûrê 50 roj in greva birçîbûnê didome 2021-02-05 16:19:16   MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê a girtiyên zîndanan hat destpêkirin, îro bi koma 25’emîn re dewam dike. Çalakî 50 roj in didome.   Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar ji bo piştgiriya greva birçîbûnê ya girtiyan di 18’ kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Li Mexmûrê 50 roj in grev didome.    Îro şêniyên wargehê bi awayekî girseyî çûn serlêdana çalakvanan û li ser navê şêniyên wargehê endama Koordînasyona Meclîsa Îştar Cîhan Bulut axivî û got: “Em di meha sibatê de ne, ev meh ji bo Gelê Kurd mehek bi reş e. Komploya li ser rêberê me hatiye meşandin, li ser gelê me hatiye pêkanîn. Dijmin li hemberî Gelê Kurd bûn yek û komployekê bêbext pêk anîn. Em vê yekê baş bizanin ku her kes dijminê Gelê Kurd e. Tu dewlet nabe dostên kurdan. CPT bi xwe jî saziyekê yê dewletê ye, ne çûyîna wê ya li gel Rêber Apo jî dide diyar kirin ku ew bi xwe jî şirikê vê tecrît û komployê ye. Em li ser vê bingehê soz didin ku em ê têkoşîn û berxwedaniya xwe bilind bikin. Em ê komployê têkbibin û bi Rêberê xwe re azad bijîn."   Li ser navê çalakvanan jî Bapîr Gundikremo jî wiha axivî: “Em li ser navê çalakvanan xêr hatina we dikin. Weke Gelê Kurd pêwîste em vê jibîr nekin ku ji derveyê berxwedan û têkoşînê dijmin tu rê ji me re ne hiştiye. Em li hember dijminekê barbar têkoşîn didin meşandin. Pêwîste em weke Gelê Kurd yekbigirin, bi hevrebin, bihêza xwe bawerbin. Armancê me ew e ku em serokatiyê azad bijîn. Berxwedana ku girtîgehê jî tê meşandin berxwedana me hemûyane, em ne biştgirî didin wan em bi hev re, bi yek rihê têkoşîn didin meşandin. Em di vê hêvî û baweriyê de ne ku em ê bi ser kevin."