Rapora binpêkirina mafan a girtîgehan hat aşkerekirin 2021-02-05 13:50:37     AMED - OHD û TUHAY-DER'ê rapora derbarê binpêkirinên mafan ên li girtîgehan amade kiriye aşkere kirin. Di daxuyaniyê de dayika laçikspî Yesure Tufan wiha axivî: “Zarokên me li ber mirinê ne. Ez bang li hemû rêxistinên sîvîl û yên Ewropayê dikim ku bila xwedî li zarokên me derkevin.”     Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD)  û Komeleya Alîkariyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) derbarê rapora binpêkirinên mafan a girtîgehan amade kiriye, li avahiya Şaxa OHD' ê Amedê aşkere kirin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê, endam û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) a bajêr û xizmên girtiyan tevlî daxuyaniyê bûn. Rapor ji aliyê rêveberê  OHD’ê Parêzer Muhîttîn Mûgûç ve hat xwendin.   ‘Muameleyek bi kêfî hatiye pêşxistin’   Muhîttîn diyar kir ku ligel komîsyona girtîgehan û TUAY-DER’ê wek şande serdana gelek girtîgehan kirine. Muhîttîn got: “Ji ber covîd-19' ê gelek çalakiyên fizikî hatiye astengkirin û di aliyê paqijiyê de gelek maf hatine binpêkirin. Her wiha ji ber cezayên dîsîplînê şandina name, pirtûk û mafê telefonê hatiye astengkirin. Di heman demê de kotaya kincê wek hincet hatiye nîşandan û bi vî awayî kincên gelek girtiyan nehatiye dayîn. Ango muameleyek bi kêfî hatiye kirin û bi vî awayî tecrîda li ser girtiyan xwe gihandiye tecrîdek bi şêwazeke din.”    Tespît û pêşnîyar hatin rêzkirin   Muhîttîn di berdewamiya axaftina xwe de pêşnîyar jî rêz kir û axivî: “Divê li girtigehan bi lez û bez girtiyên nexweş bêne tedawîkirin. Her wiha divê ji bo mahremîyeta girtiyan re rêz bê girtin. Divê şert û mercên girtigehan ji aliyê paqijiyê de xemsar nebin û tevdîrên aliyê pêşîlêgirtina şewbê bên pêkanîn. Gelek înfazên girtiyan hatiye şewitandin. Pêwîst e ku dev ji helwestên bi vî awayî bê berdan û li gorî hiqûqê bê tevgerandin.”   ‘Zarokên me li ber mirinê ne’   Piştî raporê, dayika laçikspî Yesure Tufan jî axivî û wiha got: “Gelek tişt heye ku bê gotin lê êdî gotin êşa me sivik nake. Em di hesreta zarokên xwe de ne. Ji ber kerba zarokên xwe em nikarin rakevin. Zarokên me li wir ber mirinê ne. Ez bang li hemû rêxistinên sîvîl û yên ewropayê dikim ku bila xwedî li zarokên me derkevin. Li girtîgehan tijî girtiyên nexweş henin, em naxwazin zarokên me bimirin. Bila çareseriyek bê dîtin. Gava ku zarokên me birçî bin em nikarin rûnin ser sifreyê. Êdî bes e bila dengê me bibihîsin.”