Nûçegihana MA'yê Rojîn Altay hat berdan 2021-02-05 13:37:02   STENBOL - Nûçegihana Ajansa Mezompotamyayê (MA)  Rojîn Altay a duh li Kadikoyê di mudaxileya polîsan de hatibû binçavkirin piştî îfadeyên wê li dozgeriyê hatin girtin hat berdan.    Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) duh li navçeya Kadikoya Stenbolê damezrandina xwe bi daxuyaniyek çapemeniyê ragihanda. Lê polîsan mudaxileyî daxuyaniyê kiribû û nûçegihana MA'yê Rojîn Altay a daxuyaniya çapemeniyê dişopand hatibû binçavkirin. Rojînê serê sibehê sewqî Edliyeya Anadolûyê ya li navçeya Kartalê hat kirin û piştî îfade da dozgeriyê hat serbest hat berdan.