66 roj in çalakiya xwedîderketina li Asayîşa Şengalê didome 2021-02-05 09:11:41   ŞENGAL - Çalakiya xelkê Şengalê ya bi dirûşma "Em hemû asayîş in" hatî destpêkirin 66 roj in li ber Navenda Asayîşa Şengalê didome.    Xelkê Şengalê bi dirûşma "Em hemû asayîş in" li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê, li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li ser Şengalê û her wiha ji bo piştgirîdayîna Asayişa Êzidxanê kon vedan. 66 roj in berxwedana xelkê Şengalê didome. Xelkê Şengalê kom bi kom serdana konê berxwedanê dikin û piştgiriya xwe ya ji bo çalakiyê tînin ziman.