Dayika Mehmet Hanîfe Gumuş: Em zarokên xwe dixwazin 2021-02-05 09:11:04     Melîke Aydin    ÎZMÎR - Dayika girtiyê bi navê Mehmet Gumuş  Hanîfe Gumuş da zanîn ku ji bo kurê wê yê girtî 6 hezar deynê bacê hatiye derxistin, rewş şermezar kir û got: “Bila ne zarokên me bikujin ne jî xwedî bikin. Em zarokên xwe dixwazin.”   Ji bo girtiyê bi navê Mehmet Gumuş ê 23 sal e girtî ye û niha li girtîgeha Bandirmayê ye, ji bo lêçûnên sereke yên wekê av, xwarin, kanalîzasyonê 6 hezar TL deynê bacê hatiye derxistin. Dayika Mehmet Hanîfe Gumuş ku ev deyn ji ser e-devletê dît da zanîn ku ev nêzîkatiyek dijminane ye û wiha got: “Kenan Evren di serdema 12'ê îlonê de gotibû ‘Em bi dar ve nekin, xwedî bikin?’ û zarokên me bi dar ve kiribûn. Ev dem jî heman dem e. Cudahî tune ye. Bila ne zarokên me bikujin ne jî xwedî bikin. Em zarokên xwe dixwazin.”   ‘Şertên girtîgehê pir xerabin’   Hanîfeyê bi lêv kir ku grevên li girtîgehan hatine destpêkirin, encama zilma li girtî û Gelê Kurd tê kirinê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Şert û mercên girtiyan pir xerabin. Kalorîfer nayên pêxistin, betaniyên em dişînin şûnde tên.Gelekên girtiyan nexweşin. Niha vîrus heye. Wê ev nexweşî di grevê de hîn bêtir wan bide zorê. Zarokên me ji bo em xemgîn nebin nabêjin ku ew nexweş jî ketine. Van berxwedêran di vê sermayê de di bin zilmê de dihêlin. Heqeretan li wan dikin. Bila dewleta tirk demildest gavê bavêje. Bila daxwazên wan guhdar bikin. Pirtûk û kovaran nadin. Ez bang li wezareta dadê û dewletê dikim. Bila cenaze ji girtîgehan neyên derxistin. Me zarokên xwe li erdê nedîtine. Me di şertên giran de ew mezin kirine.”   ‘Ji Kenan Evren cudatir nînin’   Hanîfeyê anî ziman ku av û kanalîzasyon kirine hincet û ji bo kurê wê 6 hezar TL bac derxistine, Kenan Evren diigot "Em darve nekin xwedî bikin?" û wiha got: “Hun çima xwedî dikin? Wê demê berdin. Pere jî nexwazin. Em ji hemû dayikan piştevaniyê dipên. Bila hemû girtiyên siyasî ji zindanan bên derxistin. Tu cudahiya van ji Kenan Evren tune ye. Zextên li girtîgehan gihiştine asta îşkencê. We Sakîne Cansiz qetil kir, we zarokên me li girtîgehan îşkence kirin. We Mazlum Dogan li girtîgehê qetil kir. Tu mafê we tune ye. Destên xwe ji ser zarokên me bikişînin. Kurê min 23 sal e girtî ye 9 mehe em nikarin agahiyê jê bigirin.” Mesaj yazın