'Divê kujerên jinan bi destên jinan bên darizandin' 2021-02-05 09:06:13     Dilucan Bozî   KOBANÊ - Endama Rêxistina Kongreya Star a navçeya Şêranê ya Kobanê Cîhan Ismayil têkildarî pêngava komkirina îmzeyan a ji bo piştgiriya kampanayaya "Ji bo darizandina dîktator 100 sedem" wiha got:"Dem dema hesabpirsînê ye. Pêwist e Erdogan û hevkarên wî bi destên jinan bên darizandin."   Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê bi daxuyaniyekê, di 25'ê Mijdara 2020'an de bi dirûşma "Ji bo darizandina dîktator 100 sedem", dest bi pêngava komkirina imzeyan a ji bo darizandina Tayyip Erdogan kirin. TJK-E li hemû bajaran  hemleya xwe didomîne. Ji bo darizandinê divê 100.000 hezar îmze bê komkirin. Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ji bo darizandina Tayyip Erdogan û rêgirtina li pêşiya hemû kiryarên ku li dijî jinan pêk tên bang kir ku darizandin bi destên jinan be. Di 4'ê Çileyê de Rêxistina Kongreya Star a herêma Firatê ji bo piştigiriya vê pêngavê dest bi komkirina îmzeyan kir. Têkildarî mijarê endama Kongreya Star a navçeya Şêranê  ya Kantona Kobanê Cîhan Ismayil nêrînên xwe parve kir.    'Divê kujerên jinan bi destên jinan bên darizandin'   Cîhanê di destpêka gotina xwe de behsa kiryarên dewleta tirk û hevkarên wê yên li ser jinan kir û wiha got: "Dewleta tirk ev demeke dirêj e li dijî jinan êrîş û komkujiyan pêk tîne.  Di 9'ê Çileya 2013'an de me dît ku çawa mîtê dewleta tirk li Parîsê komkujiyek pêk anî û di encamê de sê jinên şoreşger hatin qetilkirin. Di 5'ê Çileya 2016'an de bi destên dewleta tirk sê jinên pêşeng li Bakurê Kurdistanê Fatma, Pakîze, Sêvê bi hovane hatin qetilkirin. Li Gundê Helincê jî Zehra Berkel, Hebûn Mele Xelîl û Emîne Weysî hatin qetilkirin. Herî dawî jî herdu jinên ji pêkhateyên ereb Seda û Hind bi destên hevkarên dewleta tirk, çeteyên DAIŞ'ê bi awayekî hovane hatibûn qetilkirin. Dewleta tirk êdî hemû sînor û mafên mirovan binpê dike. Ji bo vê jî divê em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di nava tevgerê de bin, da ku em hesabê van jinan ji dewleta tirk û çeteyên wê bipirsin. Di serî de jî divê Erdogan bi destên jinan bê darizandin. Divê kujerên jinan bi destên jinan bên darizandin."   'Pêwîst e em xeyalên hevalên xwe bi cih bînin'   Cîhanê bal kişand ser pêngava komkirina îmzeyan û wiha domand: "Ji bo darizandina kujerên jinan di serî de jî Erdogan, Tevgera Jinên Ewropayê dest bi komkirina îmzeyan kirin. Ji bo alîkariya Tevgera Jinên Ewropayê me jî weke Rêxistina Kongreya Star dest bi pêngava komkirina îmzeyan kiriye. Hejmara ku ji me tê xwestin 100.000 hezar îmze ye, lê li gor îmzeyên ku me kom kirine hejmareke pir kêm maye ku em temam bikin. Li hemû navçe, bajarok û taxan em digerin, li rex wê gel jî bi me re dibe alîkar û vê yekê dipejirînin ku ev îmze bibe sedem ku kujerên jinan bên darizandin. Êdî her kes ketiye wê ferqê ku dewlet dixwazin di kesayeta jinan de civakê têk bibin. Ji ber dema jin bê tunekirin yekser civak tune dibe. Jin bingeha civakê ye."   'Êrîşên dijmin vîna me lawaz nake'   Cîhanê di dawiya axaftina xwe de bang li tevahî jinan kir ku li dijî kirayên dewleta tirk û hevkarên wê bisekinin û wiha bi dawî kir: "Dewleta tirk ne tenê jinên kurd hemû jinan dike armanca êrîşên xwe. Jin êdî li tevahî cîhanê bûye xwedî hêz û biryar, loma dijminên jinan bi siyaseta qirkirinê êrîşî jinan dikin. Bi pêşengtiya jinan civak tê birêvebirin, loma civaka ku bi destên jinê bê rêxistinkirin tu carî tune nabe. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinê hebûna xwe mayinde kir û di pergala netewa demokratîk de roleke sereke dileyîze. Bi yekîtiya tevahî jinan wê pergala desthiltdariyê têk biçe. Ev yek jî bi têkoşîn û berxwedanê gengaz e. Em soz didin ku tola tevahî jinên ku hatine qetilkirin, îstismara zayendî li wan hatiye kirin û dawî li jiyana xwe anîne hilînin."