‘Êdî bes e bila tecrîd bi dawî bibe’ 2021-02-05 09:02:36     Sema Çaglak- Safiye Alagaş   AMED - Jinên Amedê bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê û diyar kirin ku çiqas berxwedan mezin bibe wê ewqas çalakiya girtiyan jî bigihêje armanca xwe.    Di 27'ê Mijdara 2020'î de girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û bakurê Kurdistanê li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şermezarkirina binpêkirina mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li derve jî berxwedana ji bo ku daxwazên girtiyan bên qebûlkirin hatiye destpêkirin roj bi roj mezintir dibe.  Di çarçoveya vê berxwedanê de li Mexmûrê jî li dijî tecrîda li Îmraliyê, bi pêşengiya  Meclisa Îştar a Jinan di 18’ê Kanûna 2020’î de, çalakiya grevabirçîbûnê hate destpêkirin û didome. Dîsa kesên li kampa Lavrîo a Yewnanîstanê dimînin jî, ji bi heman daxwazê dest bi greva birçîbûnê kirin. Herwiha têkildarî mijarê xizmên girtiyan jî banga hestiyariyê dikin.   Jinên Amedê jî di çarçoveya çalakiyên tên lidarxistin de bertekên xwe anîn ziman û diyar kirin ku bila êdî ev tecrîd bi dawî bibe û kurd nemirin.   ‘Girtî mafdar in’   Nazîme Çokdalan diyar kir ku heta daxwazên girtiyan bên cih ew ê li gel berxwedana wan bin û got: “Daxwazên wan daxwazên me ne. Ji bilî çalakiya gireva birçîbûnê tu çareyeke girtiyan nîne ku helwesta xwe nîşan bidin. Ew jî bedena xwe didin ber mirinê.Ji ber ku li girtîgehan tenê ev çalakî dikare bê kirin. Em jî li derve çi ji destê me bê divê em bikin. Girtî di daxwazên xwe de heta dawiyê mafdar in. Ew daxwaza azadî û edaletê dikin. daxwazên wan daxwazên me ne. Ji ber ku  li Tirkiyê ne azadî heye ne jî edalet heye. Desthîlatdarî her ku diçe dikeve qeyranek din û civakê tecrîd dike. Pêwist e ku gelê me û parlementerên me ji bo grevên birçîbûnê li qadan bin. Em li derve zêdetir dikarin têbikoşin û girtî jî ji me bi hêvî ne. Heke hikûmet bixwaze dikare daxwazên girtiyan bîne cih. Ji bo wan ne zor e. Lê çalakiyê tune dihesibînin. Mafên girtiyan jî ê wekî hevdîtina bi malbat, parezêr û telefonê heye. Lê ev maf hemû li Îmraliyê hatine binpêkirin. Tirkiyey di vî warî de sûc dike.”   ‘Bila êdî ev tecrîd bi dawî bibe, êdî bes e’   Gurbet Alkiş jî anî ziman ku, girtî ewqas di bin zilm û tecrîdê de nin ku çareseriyek din nedîtin ji xeynî çalakiya grevên birçîbûnê. Gurbet axaftina xwe re wiha berdewam kir: “Bila êdî ev tecrîd bi dawî bibe. Ji ber vê yekê malbatan gelek êş dikşînin. Di tu hiqûqê de tiştek wisa nîne ku li ser girtiyan binpêkirinên bi vî awayî tê sepandin.  Pêwist e ku çareseriyek bi aştî were pêkanîn. Bêdengiya desthîlatdarê ya ji bo vê çalakiyê rewşekê şermezar kirinê ye. Gerek hemû kes deng derxînin. Em çiqas deng derxinin ewqas dikarin ji çalakiya wan re bibin bibersiv.”   ‘Em ji bo rewşa girtiyan bi fikar in’   Yesure Oruç jî wiha axivî: “Em naxwazin ku girtî bikevin grevê û ji girtîgehan cenaze derkevin. Em ji bo wan gelek bi fikar in. Daxwaza me tenê aştiyeke mayînde ye. Lê ji ber ku em vê dixwazin zilmê li me dikin. Bila malba bêdeng nemînin. Malbatan bi girtin û kuştinê ditirsînin. Bila demildest bêyî ku dereng bimînin daxwazên girtiyan bînin cih.”   ‘Êdî bes e bila kurd nemirin’   Herî dawî jî Sitiye Çakir axivî. Sitiye diyar kir ku tecrîd li ser tevahiya civakê heye û wiha got: “ Divê tevahiya gelan dest bidin hev. Em naxwazin ku wekî çalakiyên grevê yên berê girtî zerarê bibînin. Êdî bes e bila kurd nemirin. Daxwazên girtiyan daxwazên me ne û em hemû kurd ji bo heman daxwazê têdikoşin. Divê em bi girtiyan re di berxwedanê de bin û gel hemû piştevaniya hev bikin.”   ‘Bila bar tenê li ser pişta girtiyan nemîne’   Sitiye di berdewamiyê de got di heman demê de tecrîda li ser kurdan bandora xwe li tevahiya hemû gelên li Tirkiyeyê jî dike û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Desthîlatdar bi polîtîkayên birçîhiştinê gelan terbiye dike.  Welatî êdî perîşan bûne û ji rewşê bi gazinc in. Ev hemû bandora tecrîdê ya li ser qadên jiyanê ye. Lewra heke tecrîd ji holê rabe dê aramî pêk bê. Lê belê divê hemû kes li dijî vê tecrîdê têkoşînê bidin û girtiyan tenê nehêlin. Divê her dayikek û malbetek xwe bi rêxistin bike û li dijî tecrîdê bêdeng nemîne.”