Li Kobanê li dijî komployê daxuyanî hat dayin 2021-02-04 14:43:19   KOBANÊ - Tîma Berxwedan a Ciwanan a PYD'ê li dijî komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî da. Ciwanan di daxuyaniyê de soza mezinkirina têkoşîna şikandina tecrîdê nû kirin.   Bi dehan ji lîstikvanên Tîma Berxwedan a Ciwanan a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Yekîtiya Jinên Ciwan, Tevgera Ciwanên Şoreşger û Desteya Ciwan û Werzîşê li pêşiya navenda Tîma Berxwedan kom bûn û bi wesîleya nêzîkbûyina salvegera komploya navneteweyî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan daxuyanî da.   Daxuyanî ji aliyê Endama Tîma Berxwedan Nesrîn Misko ve hat xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   "Ev 22 sal in ku komploya li ser Rêber Apo didome. Di Girava Îmraliyê de mirovahî tê binpêkirin, rêxstinên mafên mirovan jî çavên xwe li hember vê rewşê girtine. Her wiha dewleta tirk rê nade parêzer û malbatê ku bi Rêber Apo re hevdîtinê pêk bînin.    Dewleta tirk bi vê tecrîd û qedexekirinê hevdîtinê dixwaze di navbera Rêber Apo û gel de qutkirinê bidin avakirin da ku şoreşa me tune bikin. Ji ber vê em weke ciwanên PYD'ê li herêma Firatê soza xwe ya azadkirina Rêber Apo û parastina nirxên şoreşê nû dikin. Em ê bîrdoziya Rêber Apo bingeh bigirin û asta têkoşîna xwe mezin bikin. Em banga xwe li tevahî ciwanên Kurdistanê dikin ji bo ku em têkoşîneke hevbeş li dijî dagirkeriya nîşan bidin û em bikaribin komployê têk bibin.    Em saziyên mafên mirovan rexne dikin ji ber ku bi erka xwe ranabin, berovajî ew xizmeta hêzên hegemonîk yên komploger dikin. Em soz didin ku em ê felsefeya Rêber Apo zindî bikin û pirojeya wî li tevahî Rojhilta Navîn mîsoger bikin."   Daxuyanî bi dirûşma "Bê serok jiyan nabe" û "Bijî berxwedana Îmraliyê" bi dawî bû.