Daxuyaniya li dijî Tecrîdê di bin dorpêça polîsan de hat dayîn 2021-02-04 14:25:46   MÊRDÎN - Rêxistina  HDP'ê bi armanca balê bikişîne ser tecrîdê û grevên birçîbûnê daxuyaniyek da. HDP'ê di daxuyaniya ku di bin dorpêça polîsan de da diyar kir ku ew ê bibin dengê girtiyan.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Navçeya Qosera Mêrdînê derbarê tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê  Abdullah Ocalan û grevên birçîbûnê li girtîgehan daxuyanî da çapemeniyê. Daxuyaniya li ber deriye avahiya navçeya Qoserê di bin dorpêça polîsan, maşînayên zirxî de hate dayîn. Rêxistina HDP’ê ya navçeyê, bajêr û malbatên girtiyan beşdarî daxuyaniyê bûn bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Em ê Tecrîdê  Bişkînin, Faşîzmê Hilweşînin” hate vekirin û diruşmên “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin.   Di daxuyaniyê de hevserokê HDP’ê yê bajêr Salîh Kuday axivî û wiha got: “Îşkenceya îqtidara AKP’ê gihiştiye asta herî jor. Ango em dibin şahide rewşa wê ya herî qirêj. Êrişên li dijî muxalîfan zêde kirine. Li ser kurdan, li ser  sazî, partî û komeleyên wan ango li ser zanîngehan gefên mezin hene. Tecrîda girankirî a li girtîgehan ku demek dirêj e di rojeva me de ye berdewam dike. Bi hezaran girtî li dijî tecrîdê di grevê de ne. Daxwaza girtiyan daxwaza me ye. Ji bo em bibin dengê wan ji em ê li qadan bin û bibêjin tecrîd sûcê mirovahiyê ye.”   Daxuyanî bi çepik û diruşmên "Bijî berxwedana zindanan" bi dawî bû.