Meclîsa Jinê panelek li Kobanê li dar xist 2021-02-04 14:14:51   KOBANÊ- Meclîsa Jinê ya PYD'ê ya Herêma Firatê panelek di derbarê jin-malbat û tundiya li ser jînê de li dar xist.   Meclîsa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) a Herêma Firatê bi dirûşma"Na ji komployê re, na ji dagirkeriyê re û na ji tundiyê re" panelek di derbarê jin-malbat û tundiya li ser jinê li Baxçeyê Ronîwan a bajarê Kabonê li dar xist. Baxçe bi alên PYD'ê hatibû xemilandin. Di panelê de kesayetên serbixwe, rewşenbîr, partiyên siyasî, berdevkên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser amade bûn. Di panelê de 70 delege amade bûn. Panel li ser du beşan hat nîqaşkirin. Yek jin- malbat û ya duyem jî tundiya li ser jinê bû. Panel bi deqeyek rêzgirtin a ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir.   'Pêngav di nava civakê de çareseriyan ava dike'       Paşê Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Yekîtiya Demokratîk a Herêma Firatê Sara Xelîl xêrhatina beşdarvanan kir û wiha got:"Me wek Meclîsa Jinê ya Herêma Firatê dest bi pêngavekê kir, bi rêya vê pêngavê me gelek çalakiyên cur be cur di nava civakê de li dar xist. Ev pêngav di nava civakê de çareseriyan ava dike."   'Ji bo ku em rê li ber tundiyê bigirin, divê em têbikoşin'   Hevseroka Meclîsa Kantona Kobanê Leyla Ehmed beşa tundiya li ser jinê wiha şîrove kir: "Dema ku em civaka xwezayî bigirin dest, keda herî mezin a jinan bû. Piştî ku dewlet hatin avakirin êdî keda jinê jê hate dizîn. Her wiha di roja îro de dema jinek têbikoşe û banga azadiyê bike rastî gelek tundiyên bi êş tê. Her wiha jin di şoreşan de pêşengtiyê dikin û ew jî dibin armanca êrîşên desthilatdaran. Gelek cureyên tundiyê heye.  Em weke jin da ku rê li ber tundiyê bigirin, divê em bi şêweyek çalak bixebitin."   'Divê di nava civakê de malbat wekhev û edalet nêzî hev bibin'   Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk Ehmed Şêxo beşa jin-malbat wiha şîrove kir: "Divê mirov beşa jin-malbat baş lêkolîn û analîz bike. Di dema civaka xwazayî de jin xwedî ked û rol bû, lê zîhniyeta baviksalar pêşengtiya jinê ji destê wê girtin. Îro jî pêşengtiya civaka me jin dike, loma desthilatdar ji bo ku jinê biçûk û bê îrade bihêlin tundîyê li ser jinê pêk tîne. Divê di nava civakê de malbat wekhev û bi edalet nêzî hevdu bibin. Dema mijar ango rewşek cuda hebe divê di nava malbatê de biryar were girtin. Mixabin îro malbat her ku diçe ji hevdu belav dibe û tê hilweşandin. Di roja îro de ya ku derdikeve pêşberî me takekesî ye. Ji bo wê divê herkes di nava têkoşînê de be û jiyana komînal esas bigire."   Panel bi nîqaşên girîng bi dawî bû.