Li Mexmûrê koma 25’emîn çalakiya greva birçîbûnê dewr girt 2021-02-04 09:56:38     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştar ve hat destpêkirin, îro ji hêla koma 25’emîn ve hat dewirgirtin. Greva birçîbûnê 49 roj in didome.     Girtiyên siyasî yên li zîndanên Tirkiye û herêmê di 27’ê Mijdarê de, li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî bi pêşengiya Meclîsa Îştar di 18’ kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan dest bi greva birçîbûnê hat kirin. Çalakiya li Mexmûrê îro bi merasîmekê koma 25’emîn ji koma 24’emîn dewrgirt û dest bi çalakiyê kir. 49 roj in greva birçîbûnê didome.    Çalakvanan di merasîma dewirgirtinê de axivî û gotin: “Gelê wargehê her tişt li du xwe hiştine ji bo ku bi awayeke azad bijîn. Em jî wê sozê didin ku xwedî li şehîdên xwe derbikevin û heta dawiyê li ser wê rêyê bimeşin. Em jî weke gelê wargehê heta dilopa xwîna xwe ya dawî têkoşîna xwe bidomînin da ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi dest bixin. Em ji koma 25’emîn re serkeftinê dixwezin.”   Merasîm bi dirûşma “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana zîndanan” bi dawî bû.