Hevşaredar Adalet Fîdan: Xebatên me bê navber dê bidomin 2021-02-04 09:06:56     ŞIRNEX - Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan, anî ziman ku li dijî hemû zext û deynên şaredariya AKP'ê ku ji wan re hiştine  ew xebatên xwe bênavber didomînin û got ku bi taybetî xebatên wan ên ji bo jinan bê navber didomin.   Zextên li ser Şaredariyên HDP’ê berdewam dikin. Gek şaredarî ji aliyê AKP’ê ve qeyûm tayînî wan hatin kirin û hatin desteserkirin. Tevî van hemû zextan jî şaredariyên HDP’ê yên mayî di bin rêveberiya HDP’ê de xebat xwe ji bo gel didomînin. Yek ji van şaredariyên HDP'ê ku xebatên xwe berdewam dike jî ya Silopî ya Şirnexê ye.    Hevseroka Şaredariya HDP’ê ya Silopiyê Adalet Fîdan, derbarê kar û xebatên xwe yên salekê de axivî.   ‘Bi qeyûman pergala hevserokatiyê hedef hat girtin’   Adalet, anî ziman ku di rêvebiriyên xwecihî de cih girtina jinê gavekê gelek girînge û got: “HDP'a ku pergala hevserokatiyê ji bo xwe esas girtiye di vî warî de gavên mezin û girîng avêtine û diavêje. Di hilbijartina ku di 31’ê Adara 2019’an de hat kirin de jî dîsa jinan mohra xwe li hilbijartinan da û bi ser ket. Lê piştî hilbijartinê sê meh şûnde qeyûm tayînî gelek şaredariyên me hatin kirin. Bi taybetî jî pergala hevserokatiyê hedef hat girtin. Di serî de saziyên jinan û rêveberên jin hedef hatin girtin. Herwiha  vîna bi mîlyonan mirovan nehat nasîn û dest danîn ser vîna gel. Em vê destdirêjiyê şermezar dikin. Kesên ku ji aliyê gel ve tên hilbijartin tenê gel dikare wan ji peywirê bigire.  Lê vîna gel bi qeyûman hat desteserkirin.”   ‘Xebatên me yên ji bo jinan hatin astengkirin’   Adaletê, diyar kir ku şaredariyên wan yên mayî jî di bin zextan de ne, xebatên wan bi hincetên pûç tên astengkirin û ev tişt got: “ Bi taybetî di sala 2020’î de ji ber nexweşiya pandemiyê ku li hemû cîhanê belav bû, îqtîdarê ev şewb ji xwe re hincet dît û kar û xebatên me asteng kirin. Bi taybetî jî kar û xebatên ji bo jinê hatin astengkirin. Piştî ku me Şaredariya Sîlopiyê dewer girt xebata me ya yekem bû avakirina Midûriyeta Jinê ya di bin banê şaredariyê de. Her wiha dîsa Navenda Şêwirmendiya Jinê ya Dayika Taybet jî piştî wê hat vekirin. Lê xebatên me yên di bin banê wan saziyan de hertim bi hinceta pandemî heye hatin astengkirin. Me xwest li taxên Silopiyê li ser tundiya jinê civînan li dar bixin. Lê bi hinceta ku pandemî heye destûr nehat dayîn. Her wiha êrîşa zayendî li dijî zarokan mijarek gelek girîng e û em li dijî wê têdikoşin. Ji ber ku di ser zarok û jinan re civak tê tunekirin. Me bi caran xwest em li taxan li ser êrîşa zayendî civînan li dar bixin.  Heman hincetê civînên me hatin astengkirin. Lê me dîsa gav paşve neavêt û me vê carê ev xebata ku me xewest em bikin bi broşurên ku me belva kirin me hewl da em ji gel re vebêjin.  Gel eleqeyek mezin nîşanî xebata me da. Ji me xwestin ku ev xebatên me bidomînin.”   ‘Em mal bi mal digerin û pirsgirêkan gûhdar dikin’   Adalet, destnîşan kir ku herî zêde jin ji pandemiyê neyînî bi bandor bûne û wiha pêl da axaftina xwe: “Jin ji ber nexweşiyê di malan de heps man. Dema di malên xwe de man tundiya mêr a li ser wan zêdetir bû.  Di milê aboriyê de astengî kişandin. Di vî warî de jî ji bo ku em ji jinan re bibin alîkar me xebat da meşandin û di vê çarçoveyê de me bi jinan re li 30 donim erdê şaredariyê  fêkî û zebze çand. Me ev  fêkî û zebze li malbatên ku di warê aborî de pirsgirêkên wan hebûn belav kirin. Me malbatên xwe yek bi tek diyar kirin û alîkariya wan kir. Her wiha ji bo jina me projeya Bazara Kedê ya Jinê qedand. Niha ji bo îhaleyê amadekariyên wê tên kirin. Her wiha em ê cihekî vekin û malbatên ku alavên wan ên zêde hene ji wan bigirin û bînin vir ji bo kesên rewşa wan a borî destûr nade bikiribin bên ji xwe re bigirin.  Yanî em ê di navbera malbata de bibin pira. Ji ber ku bi pandemiyê re malbatên me di hêla aboriyê de gelek pirsgirêk jiyan. Ji aliyekê dinê ve jî xebatên me yên ji bo kooperatîfê berdewam dikin. Em her roj mal bi mal digerin û  pirsgirêkên malbatên xwe gûhdar dikin. Em tim bi malbatan re hevdîtinan pêk tînin.”   ‘Em hîna deyên ku qeyûm hiştiye didin’   Adaletê, bal kişand ser deynên qeyûm jî û ev tişt got: “Dema me şaredarî di hilbijartinan de paşve girt me li gel deynan girt het niha em van deynan didin.  Projeyên ku me çêkirine ji ber deynên qeyûmê em nikarin bikin meriyetê. Em nikarin daxwazên gel bi cih bînin. Deynên qeyûmê rê li pêşiya me girtiye. Her wiha qeyûmê şewirmendiya jinê dewrê saziya Midûriyeta perwerdehiya Mîllî kiribû. Saziya çand û hûnerê jî hat dewrkirin. Qeyûmê tu sazî ji me re nehîştibûn. Her wiha erd û wesayitên aîdê şaredariyê jî  şaredariyê jî hatine hîbekirin.”   ‘Xebatên me bênavber berdewam dikin’   Adalet, di dawiya axaftina xwe de got xebatên wan ên giştî jî ji aliyekî ve berdewam dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Xebatên me yên jinê di rojên pêşiya me de wê berdewam bikin. Ji bo jinê projeyên me yên nû jî hene. Li dijî tundî û êrîşa li dijî zarokan xebatên me dê berdewam bikin. Em ê tim bi gel re bên gel hev û pirsgirêkên wan gûhdar bikin. Her wiha ev xebata me dê li gûnda jî dest pê bike. Îhaleya Bazara Keda Jinê me daye, dema hat qebûlkirin em ê dest bi xebata wê jî bikin.  Xebatên me yên kooperatîfê jî berdewam dikin. Her wiha projeyên me yên dinê jî hene.”