Dayikên girtiyan: Ji bo girtiyan dakevin qadan 2021-02-04 09:02:45     Safiye Alagaş - Sema Çaglak   AMED - Piştgiriyên ji bo çalakiya grevê birçîbûnê her ku diçe zêde dibe.  Malbatên girtiyan bang kirin ku bila hemû kes dakevin qadan û  gotin: “Em li pey daxwazên zarokên xwe ne û heta dawiyê em ê ji bo wan têbikoşîn."   Girtiyên PKK'yî û PAJK'î, di 27’ê Mijdara 2020'an de, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku 21 sal in li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafên girtiyan zêdebûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Li hemberî grevê malbat bangewaziyên hişyariyê dikin. Şukran Akboga û Erzîhan Ozer ji ajansa me re behsa rewşa girtiyan kirin.     ‘Binpêkirina mafan hîn zêdetir bûye’   Şiyar Akboga li Girtîgeha Jimare 2'yan a Tîpa T a Bandirmayê ye. Dayika wî Şukran Akboga, diyar kir ku 12 sal in Şiyar girtî ye û got: "Beriya kurê min bê girtin polîsan bi ser mala me de girtin û tu kes malê tune bû. Mala me tarûmar kiribûn. Cîranên me agahî dan me. Du zarokên min ên din jî bi Şiyar re hatin binçavkirin. Piştî îfadeyan herduyên din hatin berdan lê Şiyar girtin. 25 sal ceza dan Şiyar."   ‘Em li pey daxwazên zarokên xwe ne’   Şukran anî ziman ku kurê wê di telefonê de banga xwedî li derketina çalakiya kiriye û wiha axivî: "Kurê min gava ku telefonê dike qala zilm û tehdeya li ser wan dike û hertim wiha dibêje 'Heta ku serokê me azad nebe, em jî nikarin azad bijîn. Bila gelê me jî ew tiştê bizane. Bi vî awayî nêzî çalakiya me bibin.' Em jî li pey daxwazên zarokên xwe ne, heta ku dilopek xwîn di canê me de bimîne dê em ê li ber xwe bidin û têbikoşin.”   ‘Em di aştiyê de ew jî di şerê de bi israr in’   Şukran wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bila êdî ev tecrîd rabe, em êdî naxwazin ku zarokên me bikevin grevê. Em dayik in, aştiyê dixwazin. Lê em çiqas di aştiyê de bi israr dikin ew jî di şer de bi israr in. Bila hemû dayik werin ligel hev. Bila hemû kurd deng derxînin û bibin yek deng. Zarokên me çi bixwazin, em jî heman tiştê dixwazin bila piştgiriyê bidin zarokên me.”   ‘Girtiyan tenê nehêlin’   Besiye Ozer li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê ye û 25 sal in girtiye. Besriye heta niha 4 caran ketiya çalakiya grevên birçîbûnê. Dayika wê Erzîhan Ozer, diyar kir ku 2 sal beriya niha jî di grevê de bû û wiha bi lêv kir: "Ji bo girtiyan divê tiştek bê kirin. Ji ber pandemiyê, zextên li ser girtiyan zêdetir bû. Bila êdî zarokên me nekevin greve. Ew tecrîd bila rabe. Divê em wek malbat, xwedî li zarokên xwe derkevin û wan tenê nehêlin.”   ‘Bila hemû kes dakevin qadan’   Erzîhan di axaftina xwe de fikarên xwe ya derbarê tenduristiya keça xwe wiha anî ziman: "Di salên 1996 -1997’î de girtî dîsa ketibûn greve birçîbûnê. Ji bo piştiriya girtiyan em jî tevlî çalakiya li Rêzanê bibûn. Piştî ku polîsan bi ser komeleyê de girt me çalakiya xwe li Partiya Saadetê domand. Li vir jî polîsan bi ser me de girt û em hatin binçavkirin. Me çalakiya xwe ya birçîbûnê di binçavande jî domend. Wê demê keça min jî 26 roj bû çalakiya xwe ya rojiya mirinê didomand. Vê demê em dayik li kolanan bûn. Îro jî ez bang li dayikan dikim ji bo zarokên xwe derkevin qadan."