ROJEVA 4'Ê SIBATA 2021'Ê 2021-02-04 09:00:00   *Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê Wefa Hisên, derbarê êrîşên li ser Şehbayê û bêdengiya navneteweyî de wiha got:"Şêniyên li Şehbayê wê rêya tekoşîna li hember hemû cureyên êrîşan û bêdengiya li dijî dagirkeriyê bidomînin." DÎMEN HEYE   *Endama Komîteya Navendî ya Partiya Demokratî Kurdên Sûrî ya Herêma Firatê Gulîstan Etî têkildarî girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven nirxandin kir. Gulîstanê wiha got: "Leyla Guven hertim di nava çalakiyan de bû û bê navber kar û xebatên xwe ji bo doza demokrasiyê dida meşandin. Divê hemû jin bi hevdu re doza Leyla Guven biparêzin." DÎMEN HEYE   *Piştgiriyên ji bo çalakiya grevê birçîbûnê her ku diçe zêde dibe.  Malbatên girtiyan bang kirin ku bila hemû kes dakevin qadan û  gotin: “Em li pey daxwazên zarokên xwe ne û heta dawiyê em ê ji bo wan têbikoşîn." BI DÎMEN    * Li bajaroka Xirwate ya navçeya Gever a Colemêrgê jina bi navê Surmî Înce bi guleya ji aliyê leşkeran ve hat avêtin, hat qetilkirin. Bûka wê Asya Înce diyar kir ku doz 5 sal in didome û got divê gumanber ceza bigirin û wiha got: “Gelo gumanbar ji ber leşkerê dewletê ye tê parastin.” BI DÎMEN    *Li Remzî Gulser ê ku êrîşa zayendî li hember zaroka xwe pêk anî û ew tehdît kir,  30 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn û cezayê wî nehat kêmkirin.   *Hevşaredara Silopiyê Adalet Fîdan, anî ziman ku li dijî hemû zext û deynên şaredariya AKP'ê ku ji wan re hiştine  ew xebatên xwe bênavber didomînin û got ku bi taybetî xebatên wan ên ji bo jinan bê navber didomin. DÎMEN HEYE   *Têkildarî komploya navneteweyî dê li Kobanê daxuyanî bê dayin. (11.00) BI DÎMEN   *Dê Meclîsa Jinê ya PYD'ê li ser jin, malbat û tundiya li ser jinê li Kobanê panelê li dar bixe. (11.00) BI DÎMEN   *Rêxistina Partiya Demokratîk ya Gelan (HDP) a Qoserê wê têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û grevên birçîbunê yên ji aliyê girtiyên sîyasî ve hatine destpêkirin, daxuyaniya çapemeniyê li ber deriyê avahiya HDP'ê ya Qoserê bide. (11.00) BI DÎMEN