TJA'yê tecrîd şermezar kir û astengî bi dirûşman derbas kir 2021-02-03 15:42:03     AMED - Endam û aktivîstên TJA'yê yên ji bo balê bikşînin ser grevên birçîbûnê yên di girtîgehan de didomin bi dirûşm û sirûdên xwe dorpêçkirin û astengiya polîsan derbas kirin.    Çalakiyên grevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan hatibû destpêkirin ket roja 69'emîn. Li derve jî ji bo daxwazên girtiyan bên qebûlkirin çalakiyên ji bo piştigiriyê didomin. Çalakiyên li Bîrdariya Mafên Mirovan a li Amedê ku ji aliyê saziyên cuda ve pêk tên tevî astengiyan didomin.    Nêzî saeta çalakiyê TOMA û wesayetên zirxî Parka Koşuyoluyê dorpêç kirin û kontrola GBT'ê ya welatiyan hat kirin.    Polîsan ketina endam û aktivîstên TJA'yê ya parkê asteng kir. Li ser vê yekê jinan stranên serîhildanê yên li ser girtîgehan gotin û dirûşm berz kirin.    'Heta gel li vir be em ê jî li vir bin'   Parlamentera HDP'ê Semra Guzel a bersiv da pirsên rojnamegeran wiha got:"Nehiştin em daxuyaniyê bidin. Niha li nava parkê em bûne çar parçe. Me ji polîsan re got tevî hemû astengiyan em ê ji bo daxwazên gel dîsa bên. Niha polîtikayeke tecrîdê ya eşkere heye. Gel ji bo vê yekê hat vir. Tecrîd îro li ser hemû civakê ye. Îro li ser xwendekarên Zanîngeha Bogaziçiyê jî ev tecrîd heye. Li vir dorpêçkirinek heye. Ev tecrîdê bi awayekî eşkere nîşan dide. Heta gel li vir be em ê jî li vir bin."   Girse piştî çepik û dirûşman ji qadê veqetiya.