'Qedexekirina bîroya Ronahî TV'yê binpêkirina mafê ragihandinê ye' 2021-02-03 11:13:06     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Televizyona Ronahî TV'yê têkildarî qedexekirina vekirina bîroya Ronahî TV'yê ya li Başûrê Kurdistanê daxuyanî da.    Rêveberiya Televizyona Ronahî TV'yê têkildarî qedexekirina vekirina bîroya Ronahî TV’yê ya li Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniyê de hat ragihandin qedexekirina vekirina bîroya Ronahî TV'yê ya li Başûrê Kurdistanê binpêkirina mafê azadiya ragihandinê ye.   Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin:   "Ji destpêka meha cotmeha 2020'an, Ronahî TV'yê, daxwaznameyeke fermî li gorî pirensîb û qanûnên ragihandinê ji aliyên peywendîdar ên Hikûmeta Başûrê Kurdistanê re şand.Tê de daxwaz kir ku bîroyeke Ronahî TV'yê li paytexta Herêma Başûrê Kurdistanê Hewlêrê were vekirin, da ku bikaribe bi awayekî hêsan û li gorî qanûn û pirensîbên ragihandinê karê xwe bike. Lê mixabin bi hinceta ku Komîteya Peywendîdar ji ber Vîrûsa Koronayê neciviyaye, Hêzên Asayîşê li Hewlêrê ew daxwazname li cem xwe hiştiye û erêkirina ewlehî nedaye û heta kêliya nivîsandina vê daxuyaniyê ew daxwaz hîna bê bersiv maye û me tu destûr ji bo meşandina karê xwe yê ragihandinê li Başûrê Kurdistanê bi dest nexistiye. Tevî ku desthilata Hikûmeta Iraqê erê kiriye û ji bo rêkarên fermî me serî li Desteya Rewşenbîran a herêma Başûrê Kurdistanê daye û li gorî fermîteya Başûrê Kurdistanê belgeyên pêwîst ji saziyên peywendîdar hatine xwestin. Li ser vê bingehê belge dema çû ber destê Asayîşê, heta niha nehatiye erêkirin û tu bersiv nehatiye dayîn. Em weke Rêveberiya Ronahî TV dibînin ku tiştên Asayîşa Başûrê Kurdistanê di derbarê nepêkanîna civîna Komîteya Peywendîdar de gotiye, bihane ye da ku karê televîzyona me li ser xaka Başûrê Kurdistanê qedexe bikin û xebatê xwe yê ragihandinê nemeşîne. Di heman demê de em vê helwestê di cih de nabînin û dixin rêza binpêkirina mafê azadiya ragihandinê û pêkanîna zextên li ser dezgehên ragihandinê. Em bang li aliyên peywendîdar ê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê dikin ku vê helwesta xwe biguherîne, daxwaza me erê bike da ku azadiya ragihandinê li wê herêmê mîsoger bibe. Pêwîst e em bêjin ku televîzyona me karê xwe li gelek bajar û paytextên Ewropî û Erebî bi rêya bîro an jî nûçegihanên xwe dimeşîne, lê çima desthilata Başûrê Kurdistanê rê nade ku Ronahî TV buroya xwe li Başûrê Kurdistanê veke?"