Jina têkoşer Viyan Soran li Mexmûrê hat bibîranîn 2021-02-03 11:10:20     MEXMUR - Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê Viyan Soran a çalakiya fedayî li dijî Komploya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk anî û jiyana xwe ji dest da di 15'emîn salvegera çalakiya xwe de bi sînevîziyonekê hat bi bîranîn.    Bi boneya 15’emîn salvegera çalakiya fedayî ya Leyla Walî (Viyan Soran) ku di 2’yê Sibata 2006’an de li dijî Komploya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk anî û jiyana xwe ji dest da, Saziya Malbatên Şehîdan a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) sînevîziyonek orgenîze kir. Sînevîziyon li Saziya Malbatên Şehîdan hat pêşkêşkirin. beriya ku sînevîziyon dest pê bike ji bo tevahî pakrewanên azadiyê deqek rêz hat girtin û piştre bi tevlibûna dehan şêniyên wargehê sînevîziyon hate pêşandan.    Sînevîzyon bi dirûşma “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe” , “Şehîd Namirin” bi dawî bû.