‘Tecrîd ranebe em ê ligel berxwedêran tev bigerin’ 2021-02-03 09:10:41     ÎZMÎR - Xizma girtî Sultan Yagmekan tecrîda li ser Îmraliyê şermezar kir û banga hestiyariyê li xizmên girtiyan kir û got: “Tecrîd ranebe em ê jî ligel wan tev bigerin.”   Xizma girtî û Dayika Aştiyê Sultan Yagmekan da zanîn ku dewlet li dijî grevên birçîbûnê bê deng e û bertek nîşanê Komîteya Pêşîgirtinê (CPT) ya Konseya Ewropayê (KE) ku naçe Îmraliyê hevdîtinê nake da. Sultanê da zanîn ku daxwaza girtiyan ev e ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin û got: “Tecrîd ranebe em ê jî bi wan re têbikoşin.”   Sultanê bi lêv kir ku kurê wê 13 sale in girtî ye û dewlet naxwaze grevan bibîne û got: "Zarokên me ji ber kurd in hatin girtin. Tecawizkar, kujer, yên hişbirê difroşin li derve digerin û zarokên me ji ber kurd in hatine girtin. Xwedê em çêkirine, ne Erdogan an jî dewleta tirk. Em serî li hember wan natewînin. Zimanê me tune dihesibînin. Lê ew serê me jî jêkin em dest jê bernadin. Kurê min sala borî sê mehan di grevê de ma. Ji ber zilmê ketin grevê. Gelo zarokên van tune, wijdana wan tune? Ji mirovahiyê nisîbê xwe negirtine? Parlamenterên me girtine. Selahattîn Demîrtaş çi kiriye? Tenê têkoşîna maf û hiqûqê daye."   Divê çûyîna Îmraliyê serbest be   Sultanê her wiha daxuyakirin ku tevî ku CPT hatiye Tirkiyeyê neçûye Îmraliyê û wiha pê de çû: “Çima neçû? Ew jî ne mirov e? Çav û guhê xwe girtine. Naxwazin dengê me bibîhizin. Zarokên me li wir in, em ne rehet in. Ew zalim in. Leyla Guven ji mirinê vegeriya. Niha dîsa hat girtin. Niha dîsa di grevê de ne. Daxwaza wan pêk neyê wê bidomînin. Divê hevdîtinên Îmraliyê serbest bin. Heta zarokên me heta Îmrali azad nebe em jî ne azad in. Tecrîd ranebe em ê jî bi wan re ligel wan têbikoşin.”   Sultanê bêdengiya welatiyan jî rexne kir û daxuyakirin ku ger ku dengê xwe bilind nekin wê yek bi yek zarokên xwe winda bikin û banga yekitî û têkoşînê kir.