‘Em ê têkoşîna Ayşe Gokkan mezin bikin’ 2021-02-03 09:09:03     STENBOL - Jinan diyar kirin ku bi girtina Ayşe Gokkanê dixwazin tevgera jinên kurd krîmînalîze bikin û gotin: “Em ligel wêne, em paşengên wê ne. Em xwedî li têkoşîna wê derdikevin, hedefa me mezinkirina têkoşîna wê ye. Em ê bibin yek û destên dirêjî Ayşeyê bûye bişkînin.”   Berdevka Demî ya Tevgera Jinên Azad Ayşe Gokkan hefteya borî hatibû binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve hatibû girtin. Ayşe ku jiyana xwe dabû ser têkoşîna azadiya jinan, li dadgehê ev parastin kiribû “Ez ji ber jinek im û kurd im di bin îşkencê de me. Ez li dijî vê têdikoşim. Ez le ber xwe didim. Tu kes nikare vê wek sûc bibîne. Her wiha tê gotin ku em ji mêran talîmatan digirin. Bi hedê tu mêrî neketî talîmatê bide me.”   ‘AKP’ê plana têkçûnê xistiye dewrê’   Bertekên jinan yên li dijî girtina Ayşeyê didome. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Mûşê Gulîstan Kiliç Koçyîgît got di dema AKP’ê de zext zêde bûne û got bi KHK’ê KJA hatibû girtin û got: “Konsept îro jî didome. Plana têkbirinê li ser jinan dikin dewrê. Li Tirkiyeyê li hember tevgera jinan êrîş heye. Bi taybet li hember tevgera jinên kurd. Ji ber li vê erdnîgariyê jinbûn, kurdbûn ji bo wan hinceta têr e. faşîzma AKP-MHP’ê îro Ayşe Gokkan hedef digire. Çima? Ji ber Ayşe Gokkan wek tehdîd dibînin. Ayşeyê hebûna xwe daye ser têkoşîna azadiya jinê. Ji bo demokrasî û azadiyê têkoşîn meşandiye. Bi sedan carî hatiye binçavkirin û girtin.”   ‘AKP ji ber winda dike jinan hedef digire’   Gulîstanê, diyar kir ku hêza xweser a civakê ji jinan pêk tê û ev tişt anî ziman: “AKP êdî nikare pêşî lê bigire. Ji ber vê jî jinan hedef digire. AKP hêza esas hedef digire. Ji ber vê jî bi girtina Ayşe Gokkan dixwazin tevgera jinên kurd krîmînalîze bike. Her wiha li dijî HDP’ê jî êrîş û zext hene. Desthilatdarî dixwaze kurdan krîmînalîze bike, terorîze bike. Lê ew tenê xwe dixapînin. Bi êrîşa li hember tevgera jinên kurd dixwazin li hember tevgera jinên Tirkiyeyê jî bike. Lê em ê li dijî girtina hevalên xwe bêdeng nemînin.”   ‘Li her qadê berxwedan heye’   Gulîstanê destnîşan kir ku Ayşe Gokkan sîmgeya têkoşîna azadiya jinê ye û hemû jiyana xwe daye ser azadiya jinan û got: “Em ligel wê ne. Em xwedî li têkoşîna wê derdikevin û hedefa me mezinkirina têkoşîna wê ye. Îro gevên birçîbûnê hene, li her qadê berxwedan heye. Em ê faşîzmê têk bibin.”   ‘Em ê îro jî nesekinin’   Hanim Kuru jî da zanîn ku Ayşe Gokkan yek ji pêşengên jinên ku xebata li dijî tacîz û tecawizê dimeşand bû û got: “Em girtina Ayşeyê bi tu awayî qebûl nakin. Di têkoşîna azadiya kurd de ji jinên cîhanê re pêşengî kiriye. Di şexsê Ayşe Gokkan de li hember me hemû jinan zextên cidî hene. Dixwazin TJA’yê krîmînalîze bikin. Em vê qebûl nakin. Tirsa wan mezine. Em ê têkoşîna azadiyê her tim bimeşînin.”   ‘Ji jinên kurd ditirsin’   Ji jinan Çîçek Taş jî bertek nîşan da û got Ayşe Gokkan parêzvana mafê jinane û got ew wê têkoşîna Ayşeyê bimeşînin û di rêya wê de biçin. Her wiha Çîçekê diyar kir ku wê jin bibin yek û destê dirêjî Ayşeyê bûye bişkînin û got ji ber ji jinên kurd ditirsin êrîş dikin.