Li dijî dibistanên zewacê bertek: Koletiyê girantir dike 2021-02-03 09:07:36     AMED - Li Bismilê ji aliyê Qeymeqamtî û şaredariyê ve dibistanên zewacê hatin vekirin û bertekên jinan yên li hember vê didomin. Jinan gotin: “Bi dibistanên zewacê re dixwazin jinan bikin kole. Dewlet bila ewil dersê bide zîhniyeta mêr.”   Şîdeta li hember jinan roj bi roj didome û cihên ku herî zêde kuştinên jinan lê pêk tên malbat in. Ji aliyê şaredarî û qeymeqamtiya Bismilê ve li ser navê ‘şîdeta li ser jinê kêm bibe’ di 27’ê Çileyê de ‘Dibistana Zewacê ya Hamza Turkmen a Qeymeqamtiya Bismilê’ hat vekirin.   Piştî vekirinê jî ders hatin destpêkirin û hat hînbûn ku oldarên ji aliyê Miftitiyê ve hatiye peywirdarkirin dersa zewaca jin û mêr divê çawa be hatiye dayîn. Li aliyekî jî nîqaşên rakirina Peymana Stenbolê didome û li dijî vê têkoşîna jinan jî didome. Jinan bertekên xwe yên li dijî vê anîn ziman.   ‘Dixwazin bi dibistana zewacê jinan hepsê malê bike’   Hevseroka HDP’a Bismilê Besîme Uygun diyar kir ku desthilatdarî bi van dibistanan dixwaze ciwanan ji rê derbixe û wiha got: “Di salên borî de hewl dan qanûneke ku keseke rastî tecawizê hatibe bi tecawîzkarê wê re bê zewicandin, bê derxistin. Niha hedef dikin ku vê derxînin. Ji ber bertekan ev qanûn hat taloqkirin. Dibistanên zewacê jî lingekî polîtîka dewletê ye. Bi van dixwazin jinan tune bikin. Dewlet dixwaze jinê bipelçiqîne û civakê bi pergala serdest ya mêr bi rêve bibe. Niha krîzek mezin heye, li şûna çareserî bê afirandin diçin dibistanên zewacê vedike. Mantika jin dikare çawa bê kolekirin tê pêkanîn.”   ‘Em ê jin li berxwe bidin’   Besîmeyê her wiha daxuyakirin ku wê jin tu car destûrê nedin van polîtîkayan û got mirovan ji ser ol dixapînin. Besîmeyê ev tişt vegot: “Diyanet û AKP dixwazin jin di bin destê mêran de bin û dengê xwe dernexin. Lê em ê jin heta dawî têbikoşin.”   ‘Dixwazin rê bidin ber jiyana mirovan’   Besîmeyê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku polîtîkayên şer herî zêde li ser jin û ciwanan tê meşandin û got aliyên psîkolojîk û sosyolojîk ya van polîtîkayan gelek zêde ye. Besîmeyê wiha dawî lê anî: “Qeyûmê tayînê şaredariyê bûye jî van polîtîkayan dimeşîne. Dewlet dizane gel bi ola xwe ve girêdayî ye. Bi vê re jî  dixwaze rê bide ber jiyana wan. Em ê jin bi van lîstikan neyên xapandin.”   ‘Bila dersê bide zîhniyeta mêr’   Jina bi navê Hanim Tanriverdî jî bi lêv kir ku ev rêbaz tê wateya ku jinan hepsê malê bikin û got: “Li şûna dibistanên wisa vedikin bila dersê bidin mêrên ku şîdetê pêk tînin. Dibistanên zewacê cihên ku jinan dike kole ye. Her roj bi sedan jin rastî şîdetê tên. Li şûna pêşî li şîdetê bigirin dibistanên wisa vedikin. Oldarên ji aliyê miftitiyê ve tên peywirdarkirin jî ji bo pere her tiştê ku dewlet dibêje dike. Oldar li şûna tiştên wisa bikin bila li dijî neheqiyan bin.”