‘Sedema hişkesaliyê çêkirina bendav û projeyên HES'ê ye’ 2021-02-03 09:06:28     Sema Çaglak   AMED - Hevberdevka Komîsyona Ekolojî ya HDP’ê, Menekşe Kizildere destnîşan kir ku sedema hişkesaliyê, çêkirina bendav û projeyên HES e. Menekşe, wiha got: “ Ji ber polîtîkayên şaş ên dewletê her ku diçe rûxandina xwezayê zêde dibe. Li Tirkiyê rewşa xwezayê li gorî rewşa demokrasiyê diguhere. demokrasî di rewşekê çawa de be ekolojî jî di heman rewşê de ye.”   Her ku diçe germbûna kûrevî û guhertina avhewayê bêtir bandorê li cîhanê dike. Li gorî daxuyanî û raporên pisporan, metirsiya xelayê ji bo cîhanê heye. Her wiha dîsa li gorî raporên pisporan, rêjeya barîna baranê pir kêm bûye û ew jî dibe sedema qeyrana avhewayê. Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) menekşe Kizildere, têkîldarî mijarê nerînên xwe bi ajansa me re parve kirin û diyar kir ku li Tirkiyê polîtaya avhewayê nîne, lê rûxandina xwezayê heye.   ‘Bi ji ber polîtîkayên şaş rûxandina xweza zêde dibe’   Menekşe di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser qeyrana avhewayê û diyar kir ku sedema wê qeyranê ya herî mezin hişekesalî ye. Menekşe anî ziman ku qeyrana avê ne tenê tê wateya hişekesaliyê.   Qeyrana avê ji ber bê serûber bikaranîna çavkanîyên xwezayî û pergala modernîteya kapîtalîst e. Menekşeyê wiha berdewam kir: “Di roja îro de av wek qezenc tê dîtin û bi vî awayî bi rêya bazirganiyê û projeyên bendavan çavkanîyên avê tên tunekirin. Lê belê hişkesaliya ku yek ji sedemên qeyrana avhewayî ye, her ku diçe zêdetir bandorê li ser jiyanê dike û mezin dibe. Bi polîtîkayên şaş her ku diçe rûxandina xwezayê zêde dibe û li şûna çareserkirina van pirsgirêkan, her roj ji pirsgirêkek din re derî tê vekirin. Ango sedema wan hemû pirsigrêkan tevgera mirovan e. Hişkesalî ne pêvajoyek asayî ye û ne derbasdar e. Wekî hemû aloziyên avhewayê , hişkesalî jî nayê veguherandin. Ji ber vê yekê, pêwist e ku  hemû tevgerên zerarê didin çavkanîyên avê bên kontirolkirin. Her wiha ji bo çareserkirina qeyrana avhewayê divê polîtîkayên rast bên pêş xistin.”   ‘Sedema hişkesaliyê ya herî mezin çêkirina bendavan e’   Menekşeyê ragihand ku di 18 ‘ê Çileyê de NASA, peykeke bi navê Grace-Fo şandiye fezayê û li gorî wê ragihandinê ku rêjeya barîna baranê pir kêm bûye, her wiha Tirkiye jî bi pirsgirêka qeyrana avê re rûbirû ye. Menekşe destnîşan kir ku sedema hişkesaliyê ya herî mezin çêkirina bendav û projeyên HES'ê ne û wiha pêdê çû: “Çavkaniyên avê ne têne ji bo bikaranîna avê ne. Di heman demê de ji bo berdewamiya jîngehan û cûrbicûriya nebat û ajalan e. Gava em îro lê dinihêrin li gelek deveran bendav hatine çêkirin û ji bo ku bendavên nû bên çêkirin jî proje hatine pêşxistin. Tevî van yekan çiqas welatî bertek nîşanî çêkirina bendavan bidin jî bertekên gel bê bersîv dimînin. Sedema zûwabûna herêmên Serhed, Botan û Dêrsîmê ji ber tunekirina rûbaran e.”   ‘Li Tirkiyê qirkirina xwezayê tê kirin’   Menekşe got heke pirsgirêk neyê çareserkirin, dibe ku di encamê de cotkarî û xwedîkirina ajalan ne pêkan be.   Di heman demê de Menekşe diyar kir ku bi berhemên hawêrdekirinê ji bo cotkaran pişgirî nayê kirin û wiha axivî: “Em dikarin bêjin ku pirsgirêkên ekolojîk hatine astekê neçareserkirinê.  Li Tirkiyê polîtîkaya avhewayê nîne. Polîtîkayek ku rê li ber qeyrana avê bigire nîne. Li dewsa wan wekî ew alozî ji destê desthîlatdarê derneketiye, xemginiyê nişan didin û dîsa li pey sermayedaran diçin û pollîtîkayên qirkirina ekolojiyê dimeşînin.”   ‘Demokrasî bi çi rengî be ekolojî jî di wê rewşê de ye’   Menekşe wiha dawî li axaftina xwe anî: “Aşkere ye ku li Tirkiyê demokrasî di rewşekê çawa de be ekolojî jî di heman rewşê de ye. Demokrasîya ku her diçe bi sînor dibe, bingeha rêveberiya faşîzan ava dike. Lewra çareseriyeke gelemperî û berfireh tune ye. Pergala heyî, ji dêvla parastina xwezayê, şîrketan û kapîtalîzmê dipareze. Heke ev rewş berdewam bike em ê bi rûxandinên mezin re rûbirû bimînin.”