'Parêzerên Rojava ji bo parastina Abdullah Ocalan amade ne' 2021-02-03 09:03:37     Rojda Seyidxan-Sêlîn Mihmed   QAMIŞLO - Hevseroka Yekîtiya Parêzerên Herêma Cizîrê Xedîce Ibrahîm têkildarî erkdarkirina parêzeran a ji bo parastina doza Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan nirxandin kir. Xedîceyê wiha got:"Parêzerên Rojavayê Kurdistanê amade ne parastina doza Rêber Apo bikin. Aliyên vê dozê em ê baş analîz bikin û di dagehan de em ê bi riyên zagonî biparêzin. Me ev erka pîroz daye ser milê xwe û heta dawiyê jî em ê ji bo wê têbikoşin."    Di 26’ê Çileya 2021’an de bi nêzîkbûyina salvegera 22’emîn a Komploya Navnetewî ya li dijî Rêber PKK’ê Abdullah Ocalan ku di 15’ê Sibata 1999’an de pêk hatiye Yekîtiya Parêzeran a Herêma Cizîrê li Rojavayê Kurdistanê ragihandin ku ew amade ne bibin parêzerên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û parastina doza wî bikin. Têkildarî mijarê Hevseroka Yekîtiya Parêzerên Herêma Cizîrê Xedîce Ibrahîm ku ew bi xwe jî yek ji van parêzeran e, axivî.   'Sîstemên dîktator fikrên azad ji xwe re weke xeteriyê dibînin'   Xedîceyê da zanîn ku dîlgirtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, her wiha tecrîda ku li ser tê meşandin kiryarek dûrî hemû exlaqên mirovahiyê ye û wiha dest bi axaftina xwe kir:"Bê guman piştî çend rojan salvegera 22’yemîn a komploya navneteweyî  ya ku li ser Rêber Apo hatiya meşandin, derbas dibe. Rêber Apo bi fikrê xwe yê azad pirsgirêkên tevahî Rojhilata Navîn çareser dike, ji bo azadiya gelan bi felsefeya xwe  û ji bo demokrasiya herêmê hertim projeyan pêş dixe. Hemû dewletên desthilatdar û sîstemên dîktator, ev fikir û felsefe ji bona xwe weke xeteriyekê didîtin.  Ji bo vê yekê gelek dewletên navneteweyî bi riya istixbaratên xwe komplo li ser Rêber Apo dane meşandin û ew dîl girtin."   'Rêber Apo nûnertiya wekhevî û azadiyê dike'   Xedîceyê li ser binpêkirina mafê mirovan ên di zindanên dewleta tirk de wiha got:"Dîlgirtina Rêber Apo kiryarek ne zagonî ye. Rêber Apo îro nûnertiya demokrasî, aştî, wekhevî û azadiyê dike. Ji bo wê pêwîst e ne di zindanên dewleta tirk de be, di nava gelê xwe de azad bijî. Ev 22 sal li ser dîlgirtina Rêber Apo derbas dibe, lê mixabin heta niha tu dengeyên siyasî, rêxistinên mafê mirovan û aliyên pêwendîdar dengê xwe ji bo doza Rêber Apo nekirine. Jixwe her kes dizane di zindanên dewleta tirk de mafê mirovan tên binpêkirin, ji bo wê îro parastina mafê van girtiyan dikeve ser milê me parêzeran. Em di welatekî de xwe sînordar nabînin, bindestî li ku derê hebe em ê li wir bin."   'Ji bo parastina doza Rêber Apo em amade ne'   Xedîceyê bal kişand ser erkedarkirina parêzerên Herêma Cizîrê ya ji bo parastina doza Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wiha got: "Parêzerên Herêma Cîzîrê li Rojavayê Kurdistanê, di 26’ê Çileya 2021’an de ragihandin ku ew amade ne doza Rêber Apo di dadgehên navneteweyî de biparêzin. Jixwe niha me xwe erkedar kiriye ku em ji bo bidawîkirina tecrîdê û azadkirina Rêber Apo têbikoşin. Ji niha û pê de em derbasî pêvajoyeke nû dibin, ji ber her kes dizane girtin û tecrîdeke bi vî rengî di tu zagonên cîhanê de nehatiye nivîsandin. Aliyên vê dozê em ê baş analîz bikin û di dadgehan de em ê bi riyên zagonî biparêzin. Me ev erka pîroz daye ser milê xwe û heta dawiyê jî em ê ji bo wê têbikoşin."