'Em jinên êzidî dê li dijî gefan têkoşîna xwe mezin bikin' 2021-02-03 09:02:32   Nesrîn Hisên - Elmas Nayîf   ŞENGAL - Jinên êzidî bal kişand ser hevdîtinên dawiyê ya di navbera Tirkiye, Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê de pêk hatî û gotin: "Niha li hemberî êzidiyan planên qirêj tên kirin. Demên borî DAÎŞ jî bi heman fikrê êrişê li me kiribûn. Li dijî planên qirêj divê êzidî bibin yek û xwedî li axa xwe derkevin."    Di 9'ê Cotmeha sala 2020'an de li hemberî Şengalê ji hêla hikûmetên Bexda û Hewlêrê ve hevpeymanek hat îmzekirin. Ev hevpeyman beyî vîna êzidiyan hat îmzekirin, li hemberî rakirina Asayîşa Êzidixanê û nenaskirina xweseriya Şengalê bû. Li dijî vê yekê ji 9'ê Cotmehê heta îro xelkê Şengalê di nava çalakiyan de ne û xebatên dîplomasiyê didin meşandin. Xelkê Şengalê bi dirûşma "Em hemû asayîş in" li pêşiya Navenda Asayîşa Şengalê kon vedan û 64 roj in çalakiya xwe didomînin. Xelkê Şengalê ji hevdîtina dawî ya Tirkiye, Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê jî bi fikarin û bangewaziyên hişyariyê dikin. Jinên êzidî ji ajansa me re behsa rewşa heyî kirin.    'Li hemberî me dîrok dûbare dibe'   Heyat Bedel di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser planên li hemberî Şengalê tê kirin û got: "Em ji van plan û gefan natirsin. Em ê têkoşîna xwe bihêz bikin. Gefên ku niha ji aliyê dewleta tirk ve tên kirin ne nû ye. Dema mirov ji dîrokê bigire dest em ê bibînin ku bi deha ferman ji aliyê Împaratoriya Osmaniyan ve li hemberî civaka me û çanda me pêk hatiye. DAIŞ jî berhema fikrê wan bû ew jî têra wan nekir piştî fermanê dubare bi plan û êrîşên xwe tunebûna civaka me armanc digirin."   'Em ê têbikoşin'   Bedel, diyar kir ku li dijî her cûreyên êrîşan dê parastina xwe bikin û wiha axivî: "Bila gel bi gotinên wan nexapin niha. Tevgera Azadiyê dikin hincet lê em baş dizanin ne wihaye.  Li dijî ol, bawerî û zimanê din her tim şer dikin û dixwazin tune bikin. Ji xwe ew hebûna xwe li ser tunebûna civak û gelên bindest ava dikin. Em jî wê yekê tû carî napejirînin. Çi ji me were xwestin em wekê jinên êzidî amadene."   'Helwesta Iraqê şermezar dikin'   Bedel wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em helwest û polîtîkayên hîkûmeta Iraqê şermezar dikin. Ji ber ew dikarin rê ji gefan re bigirin. Lê her çiqasî bêdengiya xwe bi parêzin jî em dizanin ku ev der bê dagirkirin. Ji bo wê yekê em weke jinên Şengalê cardin van plan û hevkariyên qirêj şermezar dikin. Ez bang li tevahiya civaka êzidî dikim ku rabin ser piyan li dijî planên qirêj û gefan têbikoşîn."   'Armanc tunekirin e'   Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Niam Elyas jî gef û êrişên li hemberî Şengalê şermezar kir û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ji bo me tevahî êrîşên dijminan weke fermanê ye ji ber armanc tunekirina me ye. Em jî weke xelkê Şengalê bi rêxistinî em ê parastina xwe bikin. Heza ku zarokên me daye me em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Dijmin her difikire ku bi balafirên şer me bitirsîne û bê tunebike. Lê divê bizanin ku ev civak ji 74 caran bi fermanê re rûbirû mane. Niha gelek êzidî windane, hêj li bazaran tê firotin, bi hezaran êzidî hatin qetilkirin. Gelo êdî çi ji me dixwazin."   'Em tenê axa xwe dixwazin'   Niam, di dawiya axaftina xwe de wiha got: "Dewleta tirk rêxistinbûna me naxweze û dixwazin em bê parastin bimînin. Dixwaze carek din împaratoriya Osmaniyan avabike û armanca tirkan ew e. Em ê ji vir şûnde jî ji bo xweseriya xwe çi pêwist be em ê bikin. Em tu carî paşve gav navêjin. Em ê bi têkoşîna xwe li dijî dagirkeriyê derkevin. Ez bang li êzidiyên Ewropayê dikim ku xwedî li Şengalê derkevin. Em tiştek ji hikûmetan naxwazin em tenê dixwazin li ser axa xwe bijîn."