Li Qamişloyê ji bo Viyan Soran semîner hat lidarxistin 2021-02-02 17:32:01   QAMIŞLO - Rêxistina Kongreya Star bi boneya 15’emîn salvegera bîranîna têkoşer Viyan Soran semîner li dar xist.    Bi boneya 15’emîn salvegera çalakiya fedayî ya Viyan Soran ku li dijî Komploya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pêk anî, Kongreya Star a bajarê Qamişloyê semîner da. Semîner li hola Seyran a taxa Qenat El-Siwês li bajarê Qamişloyê bi tevlîbûna bi dehan ji endamên sazî û rêxistinên sivîl hate dayin. Hola semînerê bi wêneyên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û wêneyên Viyan Soran hate xemilandin. Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê, Endama Kongreya Star ya bajarê Qamişlo Zozan Mihemed semîner bi rê ve bir.   Zozan behsa jiyana têkoşer Viyan Soran kir û wiha got: “Viyan Soran bi têkoşîneke pir mezin ji malê derket û tevlî Tevgera Azadiya jinê bû. Viyan Soran ji bo hemû hevalên xwe bû nimûneyek, tevî ku jineke nû beşdarî nava xebatê bûbû, lê gihîştibû asteke bilind a fikrê azad. Viyan Soran pêşenga jina kurd e.   Piştî axaftinê, sinevizyonek derbarê jiyana Viyan Soran de hate temaşekirin.    Semîner bi dirûşma “Jin jiyan azadî” bi dawî bû.